Rêxistina PÊL – Qamişlo
Beşdaran di rûniştineke PÊL de “rola encumenên xwecihî ya algirtina dozên welatîyan û biryarsazîyê” got û bêj kir, li gel hin mijarên din ên mîna: Çawanîya encumenên xwecihî û erk û derfetên wan, hem zagon û sîyasetên ku ew di karên xwe de li gor wan dixebitin, hem jî mekanîzmên beşdarî û hevtêkilîyê yên di hundirê wan encumenan de bi kar tên. Ev rûniştin li bajarê Qamişloyê yê li Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê hat lidarxistin.
Li vê rûniştina ku hejmareke xwebexşên PÊL, niştecih, rojnameger û alîyên pêwendîdar tê de beşdar bûn; PÊL hewl da rola encumenên xwecihî ya algirtina dozên welatîyan xurt bike, wan hêzdar bike da ku bandoreke baştir bikin û di biryarsazîyê de beşdar bibin.
Beşdaran li rûniştinê “rola encumenên xwecihî ya civandin û algirtina dozên welatîyan, kelem û astengîyên toşî wan dibin, destpêşxerîyên ku ji bo xurtkirina rola encumenan pêwîst in, encamnameyên komên guftûgokirina nêrîn û pêşnîyaran û hwd” got û bêj kir.
Kesên di koman de beşdar tekezî li zehmetîyên ku encumenên xwecihî dikişînin, kir, yên mîna “kêmbûna makîneyan û xirabûna hinine ji wan, lawazîya bicihanînê ya ji encama kêmbûna pisporîyê, kêmbûna hevrêzkarîyê, peydakirina çareserîyên lezgîn ku êdî bersivdana pêdivîyên niştecihan lawaz bûye, ji destpêka vê salê ve budje ji encumenan re nehatiye terxandin, wêneyê civakî yê sade der barê wan û bêbawerîya bi van encumenan”.
Van gotûbêjan hejmarek pêşnîyar encam da, yên herî berz: “Danîna sendoqên taybet bi gilîyan li pêş her komînekê, lidarxistina xelekên bîrewerane ji welatîyan re li komînan, çalakkirina rola komîteyên çavdêrîyê yên li ser nangehan, xurtkirina rola ragihandinê ya belavkirina plan û projeyan û astengîyên wan, hevkarîya li gel rêxistinên civaka sivîl ji bo sazkirina planên mehane yên ji bo çareserkirina kêşeyên xizmetguzarîyê, nexasim li taxên paşguhkirî”.
Ev rûniştin di çarçoveya karê PÊL de hat lidarxistin, da ku di xurtkirina şîyanên welatî û şaredarîyan de beşdar bibe, tevlêbûneke baştir pêk bîne û aştî û hevgirtina civakî li herêma Cizîrê ava bike.