Me li ser torên civakî bişopîne
Lêgerîn
Search

PÊL ji bo dahûrandina hêmanên yasayî û teknîkî, du rûniştin li bajarên Tirbespî û Qamişloyê li dar dixe

PÊL ji bo dahûrandina hêmanên yasayî û teknîkî, du rûniştin li bajarên Tirbespî û Qamişloyê li dar dixe

Rêxistina PÊL – Tirbespî

PÊL, ji bo dahûrandineke destpêkî ji rewşa xwecihî re çêke û pêdivîyan dest nîşan bike, du rûniştinên guftûgoyî li dar xistin, bi rêya dahûrandina hêmanên yasayî û teknîkî li herdu bajarên Tirbespî û Qamişloyê, yên li Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê.

Ev rûniştin ji bo naskirina bandor û astengîyên ku ev hêman li ciwan, jin û komên paşguhkirî disepînin hatin lidarxistin, bi armanca ku beşdarîya van kesan di biryarsazîyê û pêşkêşkirina pêşnîyar û ramanan de were xurtkirin, ji bo asta geşepêdana xwecihî bilind bibe.

Ciwan, mafnas, çalakvan û nûnerên rêxistinan li van rûniştinan beşdar bûn, tê de, mijarên yasa û pergalên ku rewşa xwecihî hukum dikin û çendî pêk tên, rola ciwanan û komên paşguhkirî ya beşdarîya wan di sazkirina sîyaset û yasayên herêmê de, çendî xwe dispêrin alîyê teknîkî di hukumdarîya xwecihî de, bandora torên civakî li ciwanan û çawanîya weberhênana wan ji bo geşepêdan û avakirina şîyanên wan got û bêj kirin.

Rûniştinê tekezî li xalên hêz û lawazîyê û kêmasîyên di hin yasayan de kir, wekî yasayên “jin, kar, ragihandin, erkê xweparastinê”, li gel nûnertîya erênî ya ciwanan di van biwaran de û qeydên li wan tên sepandin.

Ev herdu rûniştin di çarçoveya karê PÊL de hatin lidarxistin, ku hewl dide di amadekirin û bilindkirina asta hinerên ciwan, jin û komên paşguhkirî de yên ji bo geşepêdana xwecihî beşdar bibe û rola ciwanan di karûbarên giştî de xurt bike.

Related Posts