Me li ser torên civakî bişopîne
Lêgerîn
Search

“Derencamên guherînên seqayê li ser jinan”… PÊL bandora seqayê li jinan li Tirbespîyê got û bêj dike

“Derencamên guherînên seqayê li ser jinan”… PÊL bandora seqayê li jinan li Tirbespîyê got û bêj dike

Rêxistina PÊL – Tirbespî

PÊL, bi armanca ku balê bikşîne ser bandorên nerênî yên guherînên seqayê li ser jinan û çawanîya sivikkirin û xweguncandina bi van guherînan re, li bajarê Tirbespîyê yê li Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê, rûniştineke guftûgoyî der barê “Derencamên guherînên seqayê li ser jinan” li dar xist.

Ev rûniştina ku hejmarek niştecihên Tirbespîyê lê beşdar bûn, kurteyek der barê rewşa jîngehê û bandora wê li jinan û derencamên guherînên seqayê li ser wan, pêrabûnên ji bo sînordarkirina bandorên nerênî, li gel rola rêxistinên civaka sivîl di warê piştgirtina jinan û hêzdarkirina wan de pêş kêş kir.

Beşdaran zêdebûna rêjeya tûndîyê, zehmetîyên xwegihandina xizmetguzarîyan, bêkarî û derencamên civakî û tendirustî bi derencamên guherînên seqayê ve girê da, li gel zêdebûna belavbûna kelmêşan di vê dema niha de ji encama bilindbûna pileyên germahîyê.

Beşdaran hejmarek çareserî û pêşnîyarên ji bo sivikkirina dijwarîya vê arîşeyê pêş kêş kir, yên herî berz; “bîrewerkirina jinan û tevahîya niştecihan, dabînkirina programên ji bo xwegihandina avê û dahatên avî, li gel dabînkirina pêdivîyên jîyanê ji alîyê navendên alîkarîyê ve”.

Ev rûniştin di çarçoveya karê PÊL de hat lidarxistin, da ku di amadekirin û bilindkirina asta hinerên jin, ciwan û komên paşguhkirî de yên ji bo geşepêdana xwecihî beşdar bibe û rola ciwanan ya di warê karûbarên giştî de xurt bike.

Related Posts