Me li ser torên civakî bişopîne
Lêgerîn
Search

Rahênana hejmarek niştecihên herdu taxên Til Hecer û Kelase yên bajarê Hisiçayê li ser çareserkirina kêşeyan û sazkirina biryaran

Rahênana hejmarek niştecihên herdu taxên Til Hecer û Kelase yên bajarê Hisiçayê li ser çareserkirina kêşeyan û sazkirina biryaran

Rêxistina PÊL – Hisiça

PÊL, hejmarek niştecihên herdu taxên Til Hecer û Kelase yên bajarê Hisiçayê li ser “çareserkirina kêşeyan û sazkirina biryaran” rahêna, bi armanca xurtkirina şîyanên wan û hêzdarkirina wan ku kêşeyên civakên xwe çareser bikin, da ku piştevanîya aramîyê bikin û aştîyê ava bikin.

Komxebatê tekezî kir li têgiha kêşeyê û mekanîzmên çareserkirina wê û stratejîyên çareserkirinê, celebên biryaran û pênaseyên wan, li gel têgiha kirîzê û sîma û şêweyên çareserkirina kirîzan.

Piranîya rahênanên karekî yên di komxebatê de bi şêweyê “bahoza ramanan” bûn. Hingê beşdar li ser çar koman hatin dabeşkirin, da ku celebên kêşeyên civakî got û bêj bikin û stratejîyekê ji bo çareserkirina kêşeyan li gor nêrînên endamên her komekê saz bikin.

Her wiha beşdar li ser awayên klasîk û yên neklasîk ên çareserkirina kêşeyan hatin rahênan, da ku karibin serwextî guherînên serdemê bibin û çawanîya pêkanîna wan fêm bikin.

Ev yek di çarçoveya karê PÊL de hate lidarxistin, bi armanca ku di xurtkirina şîyanên welatîyên bajarê Hisiçayê yên jin de yên ji kampa Holê vegerîyane beşdar bibe, da ku li bajarê Hisiçayê piştevanîya aramîyê bike û aştîyê ava bike.

Related Posts