Me li ser torên civakî bişopîne
Lêgerîn
Search

PÊL, di çarçoveya çalakîyên projeya Hîwayê de, perwerdeya kompiyûterê ya bi dawî kir.

PÊL, di çarçoveya çalakîyên projeya Hîwayê de, perwerdeya kompiyûterê ya bi dawî kir.

Rêxistina PÊL – Reqa

Rêxistina PÊL, di çarçoveya çalakîyên projeya “Hîwa”yê de, roja çarşemê 30ê çirîya paşîn, li navenda xwe ya li bajarê Reqayê, perwerdeya kompiyûterê bi dawî kir.

18 rahênayîyên ji jîyên cuda di perwerdeyê de beşdar bûn, ku maweya heyvekê berdewam ma û tê de beşdar li ser taybetî û awayên bikaranîna programên (PowerPoint – Word – Excel)ê, bi rêya waneyên dîtaneyî û pêkanînên pratîkî hatin perwerdekirin.

Vê perwerdeya kompiyûterê ev tewere girtin dest:

  • Derbasbok ji naskirina kompiyûterê re
  • Pergala xebitandinê Windows û serederîya bi dosya û belgedankan re
  • Bingehên programa MS Word
  • Bingehên programa MS Excel
  • Bingehên programa MS PowerPoint

Perwerdeya kompiyûterê, bipêşxistina hinerên beşdaran, perisandina şiyanên wan û qezenckirina ezmûnekê di warê kompiyûterê de ji beşdaran re armanc digire. Di çarçoveya projeya “Hîwa”yê de, ya ku hewl dide şiyana jin, ciwan û komên paşguhkirî li ser xwe-guncandina bi civakê re xurt bike, li gel ku şiyanên wan ava bike, hinerên wan bi pêş bixe û beşdarbûna wan di biryarsazîyê de xurt bike.

Related Posts