Me li ser torên civakî bişopîne
Lêgerîn
Search

PÊL, pêdivîyên Baxçeyê Giştî li bajarê Qamişloyê got û bêj dike

PÊL, pêdivîyên Baxçeyê Giştî yê li bajarê Qamişloyê got û bêj dike

Rêxistina PÊL – Qamişlo 

Rêxistina PÊL, bi serenavê “Nirxandina Pêdivîyên Baxçeyê Giştî yê li Qamişloyê”, roja duşemê 28ê çirîya paşîn 2022an, li Baxçeyê Giştî yê li bajarê Qamişloyê civîneke guftûgoyî bi rê ve bir.

Alîyên çalak yên Şaredarîya Gel ya Qamişloyê û hejmareke çalakvanên jîngehî, rojnameger û welatî di vê gotûbêjê de beşdar bûn. Her weha civînê hejmarek tewere got û bêj kirin, yên herî girîng ev in:

  • Girîngîya baxçeyan ji bajaran re û rewşa xizmetguzarîyê û baxçeyan li bajarê Qamişloyê.
  • Pêdivîyên gerek bo baştirkirina baxçeyan bi awayekî giştî û baxçeyê Qamişlo bi taybet û çendî danpêdan bi pîvanên kesên xwedî pêdivîyên taybet heye.
  • Mîkanîzmên xurtkirina rola şaredarîyan di çaksazkirina Baxçeyê Giştî de.
  • Asta bîrwerîya civakî ya bo parastina Baxçeyê Giştî û mewdanên wê.
  • Rola rêxistinên civaka sivîl, ragihandin û sektora taybet di piştgirîya pêrabûnên şaredarîyê û zêdekirina rûberên şînatîyê de.

Armanca vê civînê nirxandina pêdivîyên Baxçeyê Giştî yê li Qamişloyê û naskirina rewşa baxçeyan û girîngîya wan li bajarê Qamişloyê bû. Di çarçoveya çalakîyên projeya “Qamîş”ê de, ya ku beşdarbûna di xurtkirina şiyanên welatî û şaredarîyan de armanc digire, da ku tevlêbûneke baştir û avakirina aştî û hevgirtina civakî li herêma Cizîrê pêk bîne.

Related Posts