Me li ser torên civakî bişopîne
Lêgerîn
Search

PÊL hejmarek tabloyên mermerî ku bi danasînan neqişandî li çend deverên kelepûrî yên bajarê Qamişloyê bi cih kirin

PÊL hejmarek tabloyên mermerî ku bi danasînan neqişandî li çend deverên kelepûrî yên bajarê Qamişloyê bi cih kirin

Rêxistina PÊL – Qamişlo

PÊL hejmarek tabloyên mermerî ku bi danasînan neqişandî li çend deverên kelepûrî yên bajarê Qamişloyê, li Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê, bi cih kirin. Ev xebat di çarçoveya belgekirin, parastin û danasîna kultûrê hat bicihanîn.

PÊL bi rêya vê xebatê hewl da sîmayên ku bîrxaneya komî ya pêkhateyên herêmê saz dike belge bike û bide nasîn, bi rêya nîşandana alîyên dîrokî, avahîsazî û olî yên van sîmayan, ev tablo bi sê zimanan (erebî, kurdî, suryanî) hatin amadekirin.

Ji wan deverên herî giring ên hatin danasîn: “Mizgefta Mezin, Pirtûkxaneya El-Lîwai, Qehwexaneya Gerbês, Bazara Îzra, Kenîseya Mar Yaqûb, Şêx Ednan Heqî, hunermend Mihemed Şêxo, helbestvan Cegerxwîn, hunermend Saed Yûsif û hwd”.

Ev plan hate sazkirin piştî civînekê der barê mijara “bîrxaneya komî” û hevdîtinên bi çend kesan re ku hejmarek ji wan li ser malpera PÊL ya Facebookê hatin weşandin û bi dilgermî ji alîyê civaka xwecihî ve hatin pêşwazîkirin.

Related Posts