Me li ser torên civakî bişopîne
Lêgerîn
Search

Bi armanca afirandina bîrewerîyeke civakî der barê çûn û hatinê… PÊL nîşane û ekranên elektronîk li Qamişloyê siwar kirin

Bi armanca afirandina bîrewerîyeke civakî der barê çûn û hatinê… PÊL nîşane û ekranên elektronîk li Qamişloyê siwar kirin

Rêxistina PÊL – Qamişlo

PÊL, bi hevkarîya trafîkê hejmarek nîşane û ekranên elektronîk li deverên cuda yên bajarê Qamişloya Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê siwar kirin, bi armanca afirandina bîrewerîyeke gelemper der barê çûn û hatinê; ji naskirina pergal û yasayan, rêûresmên têkildarî rêyan û heta bi naskirina sedemên qezayên trafîkê.

Naveroka van nîşaneyan bi vî awayî bû: “Nîşaneyên li ser tabloyên gilover tên nîşandin, Rawestandin Qedexe ye, Haydar be Dibistan, Cihê Nexweşxaneyê ye”, piştre ew li çerxerêyên herî giring ên bajêr hatin bicihanîn wekî: “Çerxerêya Sonî, Çerxerêya Elef”, her wiha li pêş banzînxaneyekê, Peymangeha Hansayê, Bazara Navendî û li pêş Kenîseya Surîyanan.

Lê ekranên elektronîk li ser rêya Embara û li destpêka bajêr, hem jî li Çerxerêya Ûsifê Gulo û Çerxerêya Elef û deverine din jî hatin siwarkirin, ji ber ev deverên herî qelebalix û çûn û hatin li wan heye.

Ev gav piştî rûniştinekê der barê “nexşekirina rêgehên peyayan” hate avêtin ku berî nîşane werin siwarkirin ev xebat hate meşandin, hingê PÊL bi rêya vê xebatê hewl da bîrewerîya civakî xurt bike, bi rêya pêşandin û pêşkêşkirina giringtirîn rênima û rênîşanên girêdayî selametîya çûn û hatinê, li gel berbelavkirina hejmarên telefonê yên rewşên awarte; da ku di dema pêwîst de amade û liberçav bin.

Related Posts