Rêxistina PÊL – Qamişlo
PÊL hewl da giringîya rêbaza beşdarbûn û hevtemamkirinê di warê nirxandina bandora jîngehê li deverên cuda dîyar bike, her wiha hewl da pabendî û berpirsiyarîyên li ser milê civaka sivîl jî bide xuyandin, ev jî bi rêya rûniştinekê der barê “giringîya rêbaza beşdarbûn û hevtemamkirinê di warê nirxandina bandora jîngehê li herêma Cizîrê” ku li bajarê Qamişloyê yê li Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê hat lidarxistin.
Hejmareke niştecih, çalakvanên jîngehê, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û nûnerên şaredarîyan li vê rûniştinê beşdar bûn, tê de, xalên hêzê û yên gihandinê û çavkanîyên agahîyan, pabendîyên hevbeş, astengîyên pêşbînîkirî û giringtirîn zîyanên jîngehê yên li herêmê û pileya metirsîya wan got û bêj kirin.
Beşdaran tekezî li wê yekê kir ku keresteyên jîngehî werin peydakirin, rola ragihandinê ya belavkirina çanda ekolojî were çalakkirin, tekezkirina rola rêxistinan û komeleyên giringîyê didin karûbarên jîngehî û bicihanîna destpêşxerîyên komî yên xizmeta vê meremê dikin.
Beşdaran daxwaz kir ku têgiha hevbeşîyê di navbera sazîyên giştî, komele û rêxistinan de pêk were, her wiha pêkanîna têgiha parastina jîngehê bi awayekî giştî, balkişandina ser çareserî û berdêlên nû, paqij û ewle yên wizeya berdêl di rûniştin û kongireyan de.
Ev rûniştin di çarçoveya karê PÊL de hat lidarxistin, da ku di xurtkirina şîyanên welatî û şaredarîyan de beşdar bibe, tevlêbûneke baştir pêk bîne û aştî û hevgirtina civakî li herêma Cizîrê ava bike.