Rêxistina PÊL – Qamişlo
PÊL, bi hevkarîya li gel Nivîsgeha Veguhaztinê û Şaredarîya Qamişloyê, bi armanca çaksazkirina rawestgehên basan û siwareyên veguhaztinê yên giştî yên li taxên bajarê Qamişloyê, Destpêşxerîya Hevpêwendîyê da destpêkirin.
Destpêşxerî çaksazkirina 20 rawestgehên siwareyên veguhaztinê yên giştî armanc digire, ji taxa Qenat Siwês, heta Bazara Navendî û heta bi taxa Hilêlîyê.
Çaksazkirin van karan digire dest; peydakirina zemîneke çîmetoyî, rûniştek, siwarkirina tabloyên kêlekî ku wekî dikekî posteran bin, ev poster jî nexşeyên ku cihê rawestgehê û rêgehên basên li bajêr didin xuyandin. Hin posterên din jî bîrwerî ne, ku der barê nexweşîyan, parastina cihên giştî, danasîna bone û cejnên fermî yên pêkhateyên herêmê ne.
Her weha dê rawestgeh bi tabloyên wizeya rokê û baterîyan, ji bo ronîkirina danê şevê, li gel peydakirina fîşên bo şarjkirina telefonan werin amadekirin.
Armanca Destpêşxerîya Hevpêwendîyê, ya ku yek ji çalakîyên projeya Qamîşê ye, ew e ku şiyanên şaredarîyan xurt bike, da ku pêdivîyên civaka xwecihî dabîn bikin û gihaştin û veguhaztinê hêsan bikin.