Me li ser torên civakî bişopîne
Lêgerîn
Search

PÊL şahîyeke ronîkirina dara sersalê li Hisiçayê li dar dixe

PÊL şahîyeke ronîkirina dara sersalê li Hisiçayê li dar dixe

Rêxistina PÊL – Hisiça

Rêxistina PÊL bi boneya Cejna Zayînê, roja pêncşemê 22ê kanûna pêşîn, bi hevkarîya li gel Yekîtîya Ciwanên Suriyan yên Pêşverû û rêxistinên “Dan ya Hawarçûn û Geşepêdanê, Navenda Aştî û Civaka Sivîl, Marî ya Geşepêdanê, Doz, Komeleya Xabûrê û Komeleya Bukra Ehla ya Hawarçûn û Geşepêdanê”, şahîyeke ronîkirina dara sersalê li bajarê Hisiçayê li dar xist.

Şahî bi pêşkêşkirina helbestan hat destpêkirin, paşê şanoyeke ku “Kom Şîko Bîko, Koma Darsî û Koma Zarokên Navenda Rengîn yên Xwedî Koşîn” tê de beşdar bûbûn hat pêşkêşkirin.

Her weha pêşbirkên xweşîyê yên zarokan, pêşbirkên çandî, belavkirina diyarîyan li ser zarokan, li gek gerandina dîlan û govendên folklorî û gelêrî yên ji kiltûra deverê hatin pêşkêşkirin.

Paşê PÊL zarokên Navenda Bijîşk Berzan ya Şayandina Axaftin û Hevpeyvînê, zarokên Navenda Rengîn yên Xwedî Koşîn xelat kirin. Şahî bi ronîkirina dara sersalê ji alîyê beşdaran ve hat bidawîkirin.

Hêjayî gotinê ye, ku şahîya ronîkirina dara sersalê, berdewamîya çalakîyên Destpêşxerîya Aylona bû. Di çarçoveya çalakîyên projeya Xabûrê de, ya ku hewl dide piştevanîya aramîya li Hisiçayê bike.

Related Posts