Me li ser torên civakî bişopîne
Lêgerîn
Search

PÊL, gengazîya bi ser xwe ve hatina zûdemî, li Kongireya Sûrîyeyê ya Herêmî ya li Urdunê got û bêj dike

PÊL, gengazîya bi ser xwe ve hatina zûdemî, li Kongireya Sûrîyeyê ya Herêmî ya li Urdunê got û bêj dike

Rêxistina PÊL – Qamişlo

PÊL di Kongireya Sûrîyeyê ya Herêmî de bûbû, ya ku Nivîsgeha Bersivdana Sûrîyeyê ya girêdayî Encumena Norweçî ya Penaberan, bi serenavê “Dengê Me Bibihîzin”, li Emana paytexta Urdunê li dar xistibû, bi armanca bersivdana mirovî ya gerek ji Sûrîyeyê re.

Kongire du rojan li pey hev berdewam ma, ku tewereyên roja yekem ev bûn: ” bi ser xwe ve hatina zûdemî û nermahî, hevtemamkirin (têvelkirin û girêdan), parvekirina derencaman”, di roja duyem de jî gotûbêj der barê “çareserîyên domdar, xwecihbûna kar: ji siyasetan ber bi pêkanînê ve, serkeftin çawa xuya dibe?” de bûn.

Nêzî 95 beşdar ji nasnameyên cuda di kongireyê de beşdar bûbûn, Bêhtirî nîvê wan nûnertîya rêxistinên nehikûmî yên xwecihî û rêxistinên civaka sivîl dikirin, ku hin ji wan di hundir û derveyî Sûrîyeyê de bi cih dibin, tevî yên ku bi rêyên têkilîyê yên teknîkî re beşdar bûbûn.

“Cêwazkarîya di alîkarîyan de”

Hin nûnerê rêxistinên ku li Rojavayê Sûrîyeyê kar dikin, di kongireyê de gotin ku zêdebûn di alîkarîyên hawarçûnê de hebû, lewre hin niştecihan ew difroştin, her weha der barê pêdivîya bi projeyên geşepêdanê û projeyên domdar li herêmê axivîn, ji ber ku kirîz bi dawî bû û “bobelata erdhejê hate derbaskirin”.

Lorîn Hesen ku hevrêzkareke çalakîyan li Rêxistina PÊL e, di axaftina xwe de, hestên xwe yên razîbûnê bo gihaştina alîkarîyan ji niştecihên kampan û rizgarbûyîyên bobelatê yên li wan deveran re anîn ziman.

Her weha “Hesen”ê rexne kir ku heman alîkarî negihaştin deverên din yên sûrî yên ziyandîtî; wekî Efrîn, Cindirês û Şêx Meqsûdê, tevî ku gelekî pêdivî bi wan alîkarîyan hebû, “di heman dema ku alîkarî li çend deverên sûrî dihatin firoştin, li deverine din hin kes hebûn ku pêdivîya wan bi parîyeke nan hebû”.

Her weha der barê mijara projeyên geşepêdanê, yên ku di kongireyê de hatin gotûbêjkirin; Lorînê got ku ev plan divê piştî kirîzê bi cih bibin û ne di maweya bobelatê de, “Heger deverên Rojavayê Sûrîyeyê bi ser xwe ve hatin, hin deverên din hene ku hêj term di bin kavilan de asê mane, ku heta nuha nahatine derxistin, her weha gelek malbat hene ku heta nuha li kolanan radikevin û rojên xwe lê derbas dikin, bê kon, yan stargeh yan jî heta bê mitêlekê ku xwe pê germ bikin”.

Di navbera siyaset û mirovatîyê de

Di kongireyê de gotûbêj hatin kirin ku li Sûrîyeyê karê siyasî ji yê mirovatî were cudakirin, ji ber hin beşdaran dît ku ev yek li ser erdê pêk nehat, çimkî hê jî karê rêxistinên xwecihî û yên navdewletî li bin banê siyasetên cuda tê meşandin.

Van nêrînan xwe spartibû çend nimûneyên ku di demên dawî de pêk hatibûn, wekî ku 80 dewletî yekser piştevanîya Tirkîyeyê kir, gava ku  erdheja dawî rû da, lê piştgirî dereng û kêm gihaşte Sûrîyeyê, ku ew jî heman ziyan li bûbû, lê belê hin dever hebûn jî ku bi yek carê hatibûn jibîrkirin, ku yên herî berbiçav; Cindirês û Şêx Mexsûd bûn, li gel ku rê li 40 tankên sotemenîyê hat girtin, ku ew ji alîyê Rêveberîya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve hatibûn pêşkêşkirin û nehiştin ku derbasî wan deveran bibin.

Hejmarek ji beşdaran dît ku pêwîst e hemû dergehên sînorî werin vekirin, ji ber Dergehê Bab Elhewa ji alîkarîyan re vekirî ye, lê alîkarîyên Neteweyên Yekbûyî nedighaştin, gava digihaştin jî; ew di bin destê Hikûmeta Sûrî û ya Tirkî de bûn, her weha ji ber ku Dergehê Sêmalka ne fermî ye, Neteweyên Yekbûyî bi kar netanî.

Her weha Lorînê di axaftineke xwe de got: “Deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyê; ew parçeyeke berfereh ji xaka Sûrîyeyê ne, her weha hemû pêkhateyan di nav xwe de dihewîne, ji ereb, suryan, ermen, êzîdî, kurd û ji bilî wan jî, ev hemû sûrî ne û divê bal bê vejarte bi ser wan ve  bê kişandin”.

Astengîyên li ser maseya gotûbêjkirinê

 

Beşdar li ser çar komên gotûbêjkirinê hatin dabeşkirin, da ku li ser kêşeyên ku dibin asteng li pêş bi ser xwe ve hatina zûdemî ya Sûrîyeyê rawestin, ku yên herî giring ev in: “Tu projeyên bi ser xwe ve hatina zûdemî li ser rêyên ku karbin rêxistinên civaka sivîl yên li Şamê, li Bakur û Rojhilat û yên li Bakur û Rojavayê Sûrîyeyê bi hev ve girê bide tune ne, tevî piştgirîya kêm ji alîyê daneran ve ji gaveke mîna vê re, ku berê xwe dane projeyên piçûk, li gel sedemên siyasî, nebûna piştgirîyeke darayî nerm, sizayên ku li ser Sûrîyeyê sepandî bûn, nebûna destnîşankirina pêdivîyan bi awayekî gerîyane û parvekirina  bi awayekî çalak li ser erdê, li gel nebûna aramîyê”.

Li alîyê din çend çareserî bo kêşeyên bi vî rengî hatin destnîşankirin, ku ji wan: “Gengazîya ku rêxistinên civaka sivîl, vejarteyekê bi dest bixin ku karbin bi hêsanî derbas bibin û alîkarîyên gerek pêş kêş bikin, da ku rêxistinên civaka sivîl yên tevahîya Sûrîyeyê bi hev ve werin girêdan, hewldana algirtinê bo guhartina pêdivîyan, hebûna piştgirîyeke darayî ya nerm ku pêkan be biguhere programeke bi ser xwe ve hatina zûdemî li gor pêdivîyê, piştgirîya ku ji alîyê daner ve bê pêşkêşkirin; divê ji nakokîyên siyasî dûr be û xwe bispêre pêdivîyan”.

Beşdaran dît ku pêwîst e: “Neteweyên Yekbûyî hewl bide li Sûrîyeyê û li dewletên ku mêvandarîya penaberên sûrî dikin welatîyan ji nû ve akincî bike, afirandina rûbereke ewle ji wan re û nepabendîbûna bi prensîpên vegerîna bi zorê, li gel rawestandina hemû karên vegerînê, baştirkirina hevrêzkarîya di navbera Hikûmeta Sûrî û civakên navdewletî de, bi armanca ku karên li hundirê Sûrîyeyê bi hêsanî werin meşandin”.

Di dawîya kongireyê de, kesên ku pê rabûne û bi hevkarîya li gel beşdaran, gihaştin vê yekê; ku pêwîst e Neteweyên Yekbûyî piştgirîya darayî ya awarte ya nû zêde bike, bi armanca piştgirtina karên hawarçûnê û yên bi ser xwe ve hatina ji erdheja Sûrîyeyê, ku dê di maweya kongireya peyamanan ya bê de be, ya ku dê Swêd û Yekîtîya Ewrûpayê mêvandarîya wê bikin.

Related Posts