Rêxistina PÊL – Hisiça
PÊL, bi armanca xurtkirina şiyanên welatîyan û rahênana wan li ser danasîna kêşeyan, gavên serederîya bi kêşeyan re û mîkanîzmên çareserkirina wan, li gel standina biryarên dirust, li navenda xwe ya li bajarê Hisiçaya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, komxebateke rahênanê der barê “çareserkirina kêşeyan û biryarstandinê” de bi cih anî.
Hejmarek welatî li komxebatê beşdar bûn ku tê de têgiha kêşeyê, mîkanîzmên serederîya bi kêşeyan re û stratejîyên çareserkirina wan, têgiha kêşeya civakî, cureyên biryaran û pênasekirina biryara birêveberî, gavên biryarstandinê, têgiha kirîzê û sîma û awayên çareserkirina kirîzan nas kirin.
Vê komxebatê çawanîya kêşeya civakî diyar kir ku ew helwesteke ku gefê li aramîya civakî dike û di encama sedemên taybet de rû dide; wekî: “Kêmanîyên di warê perwerdeya civakî de, koçkirina niştecihan, nakokîyên di navbera nirxên xwecihî û yên ku ji derve derbasî nav bûne, lipaşmayîna di warê xwendinê de, pirbûna serjimarîya niştecihan û taxên bajaran yên bi awayekî korane hatine avakirin”.
Di dawîya komxebatê de beşdaran pêşniyar kir ku çarçoveya bandorkirinê berferehtir bibe û hejmarek bêhtir ji welatîyan werin tevlêkirin, li ser bingeha ku ev komxebatên rahênanê zêdetir bibin û metiryalên rahênanê ji rahênayîyan re werin dabînkirin, bi armanca piştgirtin û hêzdarkirina komeke mezintir ji welatîyan, li gel xurtkirina hinerên çareserkirina kêşeyan bi awayên dirust ku karbin biryarên dirust bistînin.
Ev komxebat di çarçoveya projeya Xabûr-2yê de hat lidarxistin, ya ku xurtkirina şiyanên welatîyan yên ji bo piştgirtina aramîyê û pêkanîna beşdarbûneke baştir, li gel avakirina aştîyê û hevgirtina civakî armanc digire.