Me li ser torên civakî bişopîne
Lêgerîn
Search

Arşîvkirina elektronîk û bikaranîna nimûneyên Googleê di rapirsîn û venêrînan de

Arşîvkirina elektronîk û bikaranîna nimûneyên Googleê di rapirsîn û venêrînan de

Rêxistina PÊL – Qamişlo

PÊL, bi armanca hêzdarkirin û avakirina şiyan û hinerên welatîyan û endamên şaredarîyan yên arşîvkirina elektronîk, da ku asta çalaktîya birêvebirinê bilind bibe, her weha alavên gerek yên ji bo beşdarbûna di nêrîn û nirxandinan de bi kar bînin, li navenda xwe ya li bajarê Qamişloyê, komxebateke rahênanê der barê “arşîvkirina elektronîk û bikaranîna nimûneyên Googleê di rapirsîn û venêrînan de” li dar xist.

Ev komxebata ku 5 demjimêran dirêj kir, 12 kes ji alîyên çalak yên Şaredarîya Qamişloyê, nûnerên Desteya Birêveberîya Xwecihî, welatî, çalakvanên sivîl û rojnameger lê beşdar bûn.

Vê komxebatê mijarên danasîna sûdên birêkûpêkkirina kar, têgiha arşîvkirinê û celeb, gav û taybetîyên wê, birêvebirina belgeyan, pêvajoyên veguhaztina ji arşîvkirina normal ber bi ya elektronîk ve, awayên bikaranîna nimûneyên Googleê di rapirsîn û venêrînan de, kêşeyên arşîvkirina normal, dabeşandin û sembolkirin, amûrên kar û komkirin û dahûrandina agahîyan girtin dest.

Ev komxebat di çarçoveya projeya Qamîş-2yê ya ku PÊL bi cih tîne de hat lidarxistin, ya ku xurtkirina rola şaredarîyan di hevbeşî û hevtêkilîya di navbera sazîyan û civaka xwecihî de di warê çareserkirina kêşeyên ku kêferatan sînordar dikin de û piştgirtina beşdarbûna civaka xwecihî di biryarstandinê de armanc digire.

Related Posts