Me li ser torên civakî bişopîne
Lêgerîn
Search

“Meha Pembeyî”… hewldanek bo belavkirina bîrwerîya der barê penceşêra pêsîrê li bajarê Tirbespîyê

“Meha Pembeyî”… hewldanek bo belavkirina bîrwerîya der barê penceşêra pêsîrê li bajarê Tirbespîyê

Rêxistina PÊL – Tirbespî

PÊL hewl da bîrwerîyeke tenduristî der barê “penceşêra pêsîrê” û giringîya zû vedîtina wê belav bike. Di heman meha pembeyî de, bi rêya ku li navenda PÊL ya li bajarê Tirbespîyê yê Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê rûniştineke guftûgoyî li dar xist.

Vê rûniştinê tekezî li wê yekê kir ku hejmarek jin der barê vê nexweşîyê bîrwer kirin, li gel çawanîya pêketinê û qonaxên çêbûna wê yên “berîya pêketinê, çaxê çêbûna penceşêrê û qonaxa pêketina bi penceşêrê”.

Di rûniştinê de jinan awayên pişkinînê yên herî giring nas kirin; wekî “wênegirî, çawa bi xwe pêsîrên xwe bipişkinînin, pişkinîna li kilînîkê û hin pişkinînên din”, li gel awayine din yên dermankirinê nas kirin; çi niştergerî çi jî dermankirina fîzîkî yan kîmyayî û …hwd be.

Dawîyê jî birêvebera rûniştinê jinên beşdar han dan ku vê bîrwerîya tendirustî ya ji vê rûniştinê bi dest xistin li derûdora xwe belav bikin, da ku wekî berdewamîyekê ji belavkirina van agahîyan re be û bigihêje qaseyeke herî mezin ji jinên derûdorê.

Ev rûniştin di çarçoveya projeya Vînê de ya PÊL bi cih tîne hat lidarxistin, ya ku beşdarbûna di warê amadekirin û bilindkirina asta hinerên ciwan, jin û komên paşguhkirî de ku geşepêdana xwecihî û xurtkirina rola çand û hunerê di avakirina aştî û pirrengîya olî, zimanî û çandî de aramnc digire.

Related Posts