Me li ser torên civakî bişopîne
Lêgerîn
Search

“Binpêkirina Taybetîya Karê Jinê”… yek ji xalên herî giring e ku PÊL di rûniştinekê got û bêj kirin

“Binpêkirina Taybetîya Karê Jinê”… yek ji xalên herî giring e ku PÊL di rûniştinekê got û bêj kirin

Rêxistina PÊL – Tirbespî

PÊL, bal kişand ser rewşa karê jinan û astengîyên ku toşî wan dibin li herêmê, astengîya herî giring jî binpêkirina taybetîya karê jinê ye ku di rûniştineke guftûgoyî da, li bajarê Tirbespîyê yê Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê hate gotûbêjkirin.

14 kes li rûniştinê beşdar bûn, tê de tekezî li hin xalên sereke yên vê mijarê hat kirin; wekî zehmetîya pêkanîna hevsengîyê di navbera mal û kar de, maweya kar a dirêj a ku ji hin karan re carinan pêwîst e, zehmetîya peydakirina siwareyên veguhastinê, gerdiş û nerîtên civakê, li gel desteserîya hin birêveber û biryarsazan.

Di encama vê rûniştinê de hejmarek pêşnîyar hatin pêşkêşkirin, da ku karê jinan were bipêşxistin û jîngeheke ewle jê re were peydakirin; ji pêşnîyarên herî giring “wekhevîya di warê kar de û liberçavgirtina rewşa jinê, dûrketina ji keysbazîyê, sazkirina madeyên yasayî ku pişta karê jinan bigirin, hevrêzkirina demjimêrên kar û piştgirtin û peydakirina derfetên kar, hêzdarkirina karê astengdaran”.

Ev rûniştin di çarçoveya projeya Vînê de ya ku PÊL bi cih tîne hat lidarxistin, bi armanca ku di warê amadekirin û bilindkirina asta hinerên ciwan, jin û komên paşguhkirî yên ji bo geşepêdana xwecihî de beşdar bibe, hem jî rola çand û hunerê di avakirina aştî û pirrengîya olî, zimanî û çandî de xurt bike.

Related Posts