Me li ser torên civakî bişopîne
Lêgerîn
Search

PÊL, hejmarek gilêşdankan li çend baxçeyên bajarê Tirbespîyê belav dike

PÊL, hejmarek gilêşdankan li çend baxçeyên bajarê Tirbespîyê belav dike

Rêxistina PÊL – Tirbespî

PÊL, bi hevkarîya şaredarîyê û  Karûbarên Rêxistinan hejmarek gilêşdank li çend baxçeyên bajarê Tirbespîyê yê Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê belav kirin, ji bo ku di warê xurtkirina parastina jîngehê, kêmkirina paşmayînan, parastina paqijîya giştî û afirandina bîrewerîyeke jîngehî û civakî de beşdar bibe.

Hejmarek kesên tîma xwebexş a PÊL û endamên şaredarîyê di belavkirinê de beşdar bûn.

Vê çalakîyê 5 baxçe armanc girtin, li gel baxçeyê ku niha tê amadekirin lê hîn nehatiye vekirin.

Ev çalakî di çarçoveya projeya Vînê de ya ku PÊL bi cih tîne hat lidarxistin, bi armanca ku di warê amadekirin û bilindkirina asta hinerên ciwan, jin û komên paşguhkirî yên ji bo geşepêdana xwecihî de beşdar bibe, hem jî rola çand û hunerê di avakirina aştî û pirrengîya olî, zimanî û çandî de xurt bike.

Related Posts