Me li ser torên civakî bişopîne
Lêgerîn
Search

Bi armanca zêdekirina rûberên şînatîyê û dagirtina valahîyên birrîna daran li Tirbespîyê… PÊL kampanyayeke çandina daran bi cih tîne

Bi armanca zêdekirina rûberên şînatîyê û dagirtina valahîyên birrîna daran li Tirbespîyê… PÊL kampanyayeke çandina daran bi cih tîne

Rêxistina PÊL – Tirbespî

Bi armanca zêdekirina rûberên şînatîyê, xurtkirina parastina jîngehê, sivikkirina bandora gemarbûnê, afirandina bîrewerîyeke jîngehî civakî û sazkirina dîmeneke bedew bo baxçeyê “Warşîn” ê niştecihên bajarê Tirbespîya Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê qesda wê dikin, PÊL bi hevrêzîya li gel Karûbarên Rêxistin û Şaredarîyan, kampanyayeke çandina daran bi cih anî.

Ev kampanyaya ku keç û xortên tîma xwebexş a PÊL tê de beşdar bûn; dergehê rojavayê bajêr, baxçeyê Warşîn û hin taxên bajêr ên din armanc girtin.

Kampanya sê rojan berdewam ma û tê de darên mêwedar ên wekî “perteqal, leymûn, mişmiş, kîmkwat, serûyên hilmdar û serûyên avî” hatin çandin.

Beşdarên ku alîkarî ji karkerên şaredarîyê wergirtin bala xwe dan wê yekê ku 3 metre di navbera her darekê û ya din de hebe, her wiha dar piştî hatin çandin bi darikên palvedanê (qeseb) hatin peyitandin.

Di heman dema vê kampanyayê de deverên armancgirtî yên li bajarê Tirbespîyê hatin paqijkirin, ji bo parastina paqijîya giştî û dagirtina valahîyên birrîna daran bi awayekî korane di demên berê de.

Ev çalakî di çarçoveya projeya Vînê de ya ku PÊL bi cih tîne hat lidarxistin, bi armanca ku di warê amadekirin û bilindkirina asta hinerên ciwan, jin û komên paşguhkirî de yên ji bo geşepêdana xwecihî beşdar bibe, hem jî rola çand û hunerê di avakirina aştî û pirrengîya olî, zimanî û çandî de xurt bike.

Related Posts