Rêxistina PÊL – Tirbespî
31 jinan daxwaz kir ku “kilînîka li gundê Abû Fir’i yê nêzî Tirbespîyê were çaksazkirin û kadirekê bijîşkî pisporane jê re were peydakirin da ku rewşên tendirustîyê yên awarte bişopîne”; ev mijar di rûniştineke guftûgoyî de der barê “Bîrbirina Penceşêra Pêsîrê” hatin gotûbêjkirin. Ev rûniştin li navenda PÊL ya li bajarê Tirbespîyê yê Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê hate lidarxistin, bi armanca berbelavkirina bîrwerîyeke tendirustî bi vê nexweşîyê li nav civakê.
Rûniştina ku ew jin lê beşdar bûn tekezî li giringîya “Pişkinîna zûdemî ji penceşêra pêsîrê re û giringîya wê û berjengên wê” kir.
Hejmarek qewîtî jê hatin encamgirtin; wek “bîrwerkirina bi penceşêra pêsîrê, çawanîya dermankirina wê, awayên xwe-parastina ji vê nexweşîyê, bicihkirina komîteyên tendirustîyê li navenda gund ji ber ku li wir tune ne, zêdekirina rûniştinên bîrwerane li gundewaran, li gel serîlêdana li bijîşk gava guman hebe ku bi vê nexweşîyê ketine”.
Ev rûniştin di çarçoveya projeya Vînê de ya PÊL bi cih tîne hat lidarxistin, ya ku beşdarbûna di warê amadekirin û bilindkirina asta hinerên ciwan, jin û komên paşguhkirî de ku geşepêdana xwecihî û xurtkirina rola çand û hunerê di avakirina aştî û pirrengîya olî, zimanî û çandî de aramnc digire.