Me li ser torên civakî bişopîne
Lêgerîn
Search

Kenê li Hember Mirinê

Kenê li Hember Mirinê

“Min porekî reşî çêkirî (perûke) da serê xwe, ew pir xweşik bû, piştre min cilên xwe yên herî lewend li xwe kirin û xemlûxêla xwe li bejn û bala xwe gerand. Nexweşên pençeşêrê yên bi min re bûn qet guman nedikir ku ez hatime derzîya derman li xwe bixim, heta ku nexweşên jin yên li gel min bûn; min dilê wan xweş dikir û hem henek û laqirdî bi wan re dikirin, hem jî min şîret li wan dikir ji bo êşa wan sivik bikim, lê gava şev dihat; ez li ser balgeha xwe digirîyam û bi rewşa xwe dihizirîm, lê min nedixwest zarok û dost û hogirên min, min ewqas şikestî bibînin”.

Min ev hemû kirin, ez Besma Hisên Enter im, sala 1969an ji dayik bûme, keça bajarê Amûdê me û niha mamostaya nîgarkêşî û muzîkê me li Kevana Zêrîn ya Hisiçaya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li gel ku ez nîgarkêşeke teşezasîyê me. Ev jî çîroka min e ya ku ji PÊL û her jinekê re ku ji vê nexweşîya pîs derd dikêşe, vedibêjim.

“Berî çend salan min dît ku girêkek di sînga min de çêbû, ez çûm Şamê û min ew pişkinî, wan jî pirteke goştî jê kişand, bijîşk dermanek da min û ji min re got ku ew kîsek bû û piştre çûye, lê şîret li min kir ku ez her çaxekê pêsîra xwe bipişkinim, lê ez bi mal, kar û zarokan daketim û min mesele paş guh kir, heta sala 2017an hat”.

Girêk dîsan derket, ya rast ew e ku min ew paş guh kiribû, min got qey wekî ya destpêkê ev jî ne xerab e. Bijîşkan dilê min xiste cih û hinan ji min re got ku ez wê rakim û yekî ji wan dît ku pirtekê bi derzîyê jê were kişandin û bê pişkinandin. Êdî ez li xwe heyirî mam, heta ku xuşka min Şems şîretek li min kir ku ez girêkê rakim, hingê li nexweşxaneyê ji min re gotin ku ez baş im û kişandina pirtekê ne gerek e. Piştre min niştergerî çêkir û rewş baş derbas bû. Lê piştî demekê ez vegerîyam cem bijîşk da ku piştrast bibim, hingê gava em derdiketin bijîşk bang li xuşka min kir û gava vegerîya rûzer û dilteng bûbû, min gotê tiştek heye, got na; her tişt baş e.

Qet nekete bala min ku tiştek hebe. Lê piştî niştergerîyê û çaxê ez di nav nivînan de bûm, xuşka min serdana min dikir. Wê ji min re got ku tiştek heye û divê tu nas bikî, girêka ku hat rakirin xerab û penceşêrî bû. Jixwe hingê ez guhişî mam û çavên min tev rondik bûn, min bawer nekir. Te çi got? Ez, na ne gengaz e, tekez tiştekî şaş heye, ez xwe derman nakim, mirin bo min hêsantir e.

“Ez xwe derman nakim”; ev berteka min ya destpêkê bû û min bi vê gotinê ev nûçeya xerab wergirt. Lê xuşka min pêkolî li min kir ku êş û zehmetîya rasteqîn di nexweşîyê bi xwe de û ne di dermankirinê de ye. Wê hewl da min qayil bike ku zarokên min piçûk in û pêdivîya wan bi min heye, hem jî hêvî heye ku ez saxlem bibim. Di heman rojê de bi şev , malbat, heval û dost û hogirên min li dora min kom bûn da ku li ber dilê min bidin û piştgirîyê bidin min. Gava min dît ku ew wisa guhişî û bêzar mane û dilê wan bi min dişewite, hingê min li ber dilê wan da û ji wan re got ku ez dê xwe derman bikim û saxlem bibim. Min ew han didan lê ya rast ew e ku min xwe han dida.

Gava hevjînê min ji karê xwe ji Hisiçayê vegerîya, hingê em niştecihê Qamişloyê bûn, min jê re got ku ez nexweş im, helbet ew hinekî behitî ma heta tê gihîşt, wê çaxê yekser wî biryar da ku malê bifroşe, ji ber ku lêçûnên dermankirinê pir buha ne û ew dê dev nexweşîyê bernede ku laşê min bixwe, ew ji dil û can pişt û hêza min bû. Lê helwesta piştgirîyê ya herî bandor li min kir; ew piştgirîya malbata min û hevalên min bû, yên ku pereyên ji destê wan hat ji min re kom kirin û dane min, vê helwestê bandoreke mezin li min kir, di helwestên wisa de mirov fêm dike bê çi wateya wê ye ku tu aramî û piştgirîya xwe di hin kesan de bibînî, ew bi piştgirîya darayî û razberî jî merd û comerd bûn.

Min dest bi gava yekem ya dermankirinê kir, ez li bijîşkekê gerîyam û min hemû bijareyên heyî li ber çav girtin, piştre min biryar da ku li Qamişloyê xwe derman bikim. Bijîşka min biryar da ku destpêkê 4 derzîyên kîmîyayî bide min û piştre niştergerîyê bo rakirina pêsîrê çêke û dûvre dê 4 derzîyên mayî jî bide min. Hingê min jî yekser dest bi derzîyan kir berî ku penceşêr belav bibe, lê zehmetîya wê hingî dijwar e nayê gotin, her 21 rojê min derzîyek li xwe dixist.

Hûn dizanin, ji tiştên ku barê min sivik dikir wê çaxê; ew e ku ji nav kesên xwe derman dikir; ciwanekî nûhatî hebû, hingê min spasîya Xweda kir ku ez bi vê nexweşîyê ketim û ne kesek ji zarokên min yan ji malbata min. Li vir êdî min bêhtir hêz dida xwe da ku li ser xwe bimînim, tevî ku derzî wekî jehrê diketin laşê min, niha gava ez tînim bîra xwe tevzînok têne min.

Tê bîra min gava min derzîya yekem li xwe xist, porê min tev weşîya, lewre piştî derzîya duyem min perûke li xwe kir, gava ez derbasî cem bijîşka xwe bûm, çavê wê li min ket û tengav bû û destê xwe da serê min, lê gava nas kir ev perûke ye vehesîya û bêhna xwe berda û ji min re got ku weşîna porê rev jê tune ye, lê belê ew nîşan e ku dermankirin êdî bersivdana wê baş e.

Ez nabêjim na, ez pir diêşîyam gava porê min diweşîya, min ji hevjînê xwe xwest ku porê min biqusîne, wî jî bi ya min kir û makîneya qusandinê anî. Jixwe mesele ne hêsan bû û ez pir pê diêşîyam û hişte ku bêhêvî bibim, ji ber jin hez dike hertim alîyê xwe yê bedew bide xuyandin, bi taybetî li pêş hevjînê xwe, lê tevî vê yekê jî wî ji min xwest ku ez li awêneyê meyze nekim, hingê min yekser kumek li xwe kir da ku serê xwe nebînim, min ji xwe re got ku por wê dîsan derkeve û dirêj bibe û divê ez xurt û bihêz bimînim.

Di wê demê de xuşka min pişt û palpişta min bû, min qet hilnedigirt ku dilpêmayînê di çavên xelkê de bibînim, lewre her gav dubare û sêbare min ji xwe re digot ku ez ê saxlem bibim û jîyeke dirêjtir bijîm. Bi rastî jî min niştergerî çêkir û pêsîra min rakirin û min dermankirina xwe bi tevahî qedand, piştre jî ez çûme parêzgeha El-Laziqîye û min 22 rûniştinên dermankirina bi tîrêjên navendkirî qedandin. Her tişt biêş bû lê bi serkeftin derbas bû. Min bawer kir ku ev xewnexof bi dawî bû, heta sala 2019an hat.

Ez bi êşeke pir dijwar di çav û serê xwe de hesîyam, bijîşk ji min re got ku belkî şeqîqa (migraine) be, lê gava cejn nêzîk bû min serdana bijîşka xwe ya li Qamişloyê kir, îcar derbeya mezin li vir bû, du girêkên nû li heman deverê derketine, aniha ez li pêş heman metirsîyê me. Bijîşkê got divê ez bi lez rakim. Min jî yek nekir du û roja din min niştergerî çêkir bê ku ez ji tu kesî re bêjim da ku malbata xwe netirsînim. Piştî niştergerîyê ji min re gotin divê ez 7 derzîyên din li xwe bixim. Porê min gelekî neweşîya, lê êş vê carê duqat bû, ji dijwarîya wê; carekê ez bi êşekê hesîyam ku tevahîya laşê min vegirtiye û ez ji ber wê ketim erdê, hingê dîyar bû ku kulbûn (iltîhab) bi min re hene, bijîşka min 32 derzî ji min re nivîsîn ku sibehan û êvaran li xwe bixim û bi şev jî bi rêya şîndemarê li xwe dixist.

Piştî min çar derzîyên dawî li xwe xistin, çend bijîşkan şîret li min kir ku ez şûna wan girêkan ramalim, lê hinên din got divê bi tîrêjan derman bikim. Lewre ez çûm Herêma Kurdistana Îraqê, lê wan red kir ku careke din bi tîrêjan xwe derman bikim, ji ber ku laşê min nema dikare hilgire, nexasim rûniştinên destpêkê navendkirî bûn. Ez ya rast bêjim ez kêfxweş bûbûm ku ji dermankirina bi tîrêjan rizgar bûm, ji ber mirov di her parçeyekî laşê xwe de bi janeke giran dihese. Lewre min hingê sîstemeke xwarinê ji xwe re çêkir û ez her roj dimeşîyam û min baş werzîş dikir, hem jî min baş av vedixwar û guh dida tendirustîya xwe, ji ber “xweparastin ji dermankirinê çêtir e”.

Piştî rewşa min baş bû, ez çûm Kevana Zêrîn ya li Hisiçayê û min dest bi xwendina nîgarkêşîyê kir, piştre min berê xwe da mamosta Hesen Hemdan da ku di vî warî de xwe bi pêş bixim, ev hunera ku hezkirina wê dilê min vegirtibû, hingê Pêşangeha Nîgarkêşên Cizîrê dê li Qamişloyê bihata lidarxistin, 130 tablo lê beşdar bûbûn, ji wan tenê 20 tablo bi ser ketin, tabloyên min jî ji yên serkeftî bûn, ev yek ji min re bû hander ku vê rêyê berdewam bikim. Di maweya 2 salan de ez gihîştim asteke pêşketî, hem jî ez li Yekem Pêşangeha Xabûrê ya Hunera Teşesazîyê beşdar bûm, niha jî ez xwe amade dikim ku li pêşangeheke din beşdar bibim, ew dê di demeke nêz de bê lidarxistin. Her wiha min tîmeke hunerî bo zarokan damezrand.

Gelek ajansan çîroka min pêş kêş kir, her wiha gelek kesan li ser min nivîsî, bi rastî jî ez bi kêfxweşî û şanazîyê hest dikim gava ez dibînim ku her kes pesinê “serkeftin”a min dide.

Ev çîroka min bû, min hewl da ku ez bi herikbarî bigihînim we, ev ne tenê çîroka min e, lê belê çîroka her jineke ku bi penceşêra pêsîrê ketiye û hewl daye xwe ji pencên mirinê rizgar bike û bi kenê xwe li hember tirsê derkeve. Ez nabêjim ev rê hêsan e ji ber ew ne wisa ye, lê xweşîya wê di dawîyê de ye, di saxlemî û rizgarîyê de ye. Porê min ji nû ve şîn tê, ew niha kin e, lê piştî çend salan dê dirêj bibe û dê bisk û kezîyên wî bibin şahidên vejîna jîyanê ji nav mirinê, heger bixwazin.

Related Posts