Me li ser torên civakî bişopîne
Lêgerîn
Search

Kampanyaya bîrbirina penceşêra pêsîrê ya li Tirbespîyê bi belavkirina hin berhemên wekî bibîranîn bi dawî dibe

Kampanyaya bîrbirina penceşêra pêsîrê ya li Tirbespîyê bi belavkirina hin berhemên wekî bibîranîn bi dawî dibe

Rêxistina PÊL – Tirbespî

PÊL, hin berhemên ku armanca ji wan bîrbirina penceşêra pêsîrê ye li hejmarek sazîyên birêvebirin û ragihandinê yên jinê û komîteyên tendirustîyê yên girêdayî Rêveberîya Xweser ya li bajarê Tirbespîya Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav kirin.

Vê çalakîyê, sazîyên ku bibîranîn li wan hatin belavkirin, armanc girtin, sazîyên ku bi awayekî mezin pişta çalakîyên PÊL girt û amadebûna xwe nîşan da ku di çalakîyên bê de bibin alîkar. Ev yek jî dê ritma belavkirina bîrewerîyeke tendirustîyê di nav kesên civakê de bi leztir bike.

Ev çalakî di çarçoveya kampanyaya bi navê “Meha Pembeyî” de ku PÊL ji destpêka meha çirîya pêşîn sala 2023yan bi cih anî, hat lidarxistin, di vê kampanyayê de bo bîrbirina penceşêra pêsîrê û pêwîstîya zû vedîtina wê bal hat kişandin.

Kampanya bi belavkirina posterên bîrewerane li ser malpera PÊL hate destpêkirin, piştre hejmarek rûniştin bi jinan re hatin lidarxistin û çîrokên jinên ku zora nexweşîyê birine, hatin weşandin, dawîyê jî hin berhemên wekî bibîranîn hatin belavkirin.

Ev kampanya di çarçoveya projeya Vînê de ya ku PÊL bi cih tîne, hat lidarxistin, bi armanca ku di warê amadekirin û bilindkirina asta hinerên ciwan, jin û komên paşguhkirî de yên bo geşepêdana xwecihî û xurtkirina rola çand û hunerê di avakirina aştîyê û pirrengîya olî, zimanî û çandî de beşdar bibe.

Related Posts