Me li ser torên civakî bişopîne
Lêgerîn
Search

Ji bo xurtkirina rola jinê ya piştgirtina aramîyê û avakirina aştîyê û hevgirtina civakî… PÊL kampanyayeke civandin û algirtinê bi cih tîne

Ji bo xurtkirina rola jinê ya piştgirtina aramîyê û avakirina aştîyê û hevgirtina civakî… PÊL kampanyayeke civandin û algirtinê bi cih tîne

Rêxistina PÊL – Hisiça

PÊL, bi armanca hêzdarkirina jinê da ku di xurtkirina şîyanên welatîyan, piştgirtina aramîyê, pêkanîna tevlêbûneke baştir û avakirina aştîyê û hevgirtina civakî de beşdar bibe, li bajarê Hisiçayê yê Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê, kampanyayeke civandin û algirtinê bi serenavê “Jîna Emînî” bi cih anî.

Ev kampanyaya ku 16 rojan berdewam ma; du rûniştinên guftûgoyî tê de hatin birêvebirin, beşdarên ku piranîya wan jin bûn; rola jinê di civaka xwecihî de bi taybetî jina karker, li gel zehmetîyê ku jin toşî wan dibin, got û bêj kirin.

Hejmareke beşdarên jin amaje kir bi zehmetîyên ku jin li kampên penaberan dikişînin, bi taybetî di rewşa nebûna semyan ji malê re, hingê jin bi karê semyanê malê û hem jî bi karê dayikê jî radibe, li gel ku civak bi awayekî ne dadmend û bi çavekî kêm lê meyze dike.

Beşdarên jin li ser wê yekê li hev kir ku pêwîst e perwerdeyên bîrewerane bi berdewamî ji jinan re werin lidarxistin, avakirina navendên piştgirîya derûnî bo jinên ku ji tundîyê zîyan li wan bûye, pêwîstîya çalakkirin û pêkanîna zagonên girêbesta civakî yên tekezîyê li parastina jinan dikin û… hwd.

Her wiha di vê kampanyayê de hejmareke broşûrên ku kirêttirîn dîyardeyên cêwazkarîya li dij jinê, çawanîya rawestandina tund û tûjîya li dij jinê, berzkirina rola jinên di civakê de çalak didin xuyandin, hatin belavkirin.

Tîma PÊL serî li hejmareke sazîyên Birêveberîya Xweser da; wekî “komîn, komîteyên jinan, hejmarek sazîyên ragihandinê yên xwecihî, rêxistinên civaka sivîl, komeleyên penaberên Serê Kanîyê, Kongireya Star, Rêxistina Sara ya Bergirîya Tundîya li ser Jinê, komele û navendên xwecihî û… hwd, li gel kesayetên oldar û rîspîyên êlan, çalakvan, xwedîyên berjewendîyê û… hwd”, da ku bîrewerîyek der barê armanca kampanyayê belav bibe.

Di dawîya kampanyayê de dê gelek ajo li ser lîsteyekê werin rêzkirin û ji Desteya Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê, Encumena Zagonsaz ya Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê û Encumena Giştî ya Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê re werin pêşkeşkirin.

Ev kampanya di çarçoveya projeya Xabûr-2yê de hat lidarxistin, bi armanca ku di warê xurtkirina şîyanên welatîyan, piştgirtina aramîyê, pêkanîna tevlêbûneke baştir û avakirina aştîyê û hevgirtina civakî de beşdar bibe.

Related Posts