Me li ser torên civakî bişopîne
Lêgerîn
Search

Di rûniştineke PÊL de; pêşnîyarek bo guhartina hin bendên yasaya trafîkê dibe cihê karvedaneke erênî ji alîyê Birêveberîya Trafîkê ve

Di rûniştineke PÊL de; pêşnîyarek bo guhartina hin bendên yasaya trafîkê dibe cihê karvedaneke erênî ji alîyê Birêveberîya Trafîkê ve

Rêxistina PÊL – Qamişlo

PÊL, bi hevkarîya Birêveberîya Trafîkê ya bajarê Qamişloyê û hejmarek welatî û rêxistinên civaka sivîl pêşnîyar kir ku pêwîst e hin bendên yasaya trafîkê, hin rêgehên çûn û hatinê û pêrabûnên trafîkê bêne guhartin, di rûniştinekê de bi serenavê “Rola Çanda Trafîkê di Xurtkirina Selametîya Giştî û Sînordarkirina Qezayên Trafîkê de” ku ji alîyê PÊL ve hate birêvebirin.

Ev rûniştina ku li bajarê Qamişloya Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate lidarxistin û 22 kes lê beşdar bûn; bal kişand ser danasîna giringtirîn sedem û bandorên qezayên trafîkê, pêşnîyarkirina çareserîyên vê kêşeyê yên herî guncaw bo bajarê Qamişloyê, li gel pêwîstîya xurtkirina têkilîyê di navbera alîyên çalak, welatî û encumenên birêvebirinê yên xwecihî de. Bi rêya ku beşdar li ser komên gotûbêjîyê yên piçûk hatin dabeşkirin û piştre hûrgilîyên herî berz yên girêdayî vê mijarê got û bêj bikin.

Di rûniştinê de hin dane û amar der barê qezayên trafîkê hatin pêşkêşkirin. Her wiha selametîya trafîkî, bandorên ji encama qezayên trafîkê, pêrabûnên selametî û xweparastinê, li gel pêwîstîya xurtkirina rola civaka sivîl, alîyên çalak, ragihandin û dibistanê di belavkirina çanda bîrewerîya trafîkî de hatin danasîn.

Dawîyê jî nûnerên Birêveberîya Trafîkê Rêxistina PÊL vexwend serîlêdanekê, da ku giringtirîn tewere û encamên di rûniştinê de hatin gotûbêjkirin bi wan re got û bêj bike.

Ev rûniştin di çarçoveya projeya Qamîş-2yê de hate lidarxistin, ya ku PÊL bi cih tîne û bi rêya wê hewl dide di xurtkirina şiyanên welatî û şaredarîyan de beşdar bibe, da ku tevlêbûneke baştir û avakirina aştî û hevgirtina civakî li herêma Cizîrê pêk bîne.

Related Posts