Rêxistina PÊL – Qamişlo
PÊL, di bin serenavê “Rola Civakê ya Parastina Kiltûra Xwecihî”, li bajarê Qamişloyê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, rûniştineke guftûgoyî li dar xist, bi armanca xurtkirina rola sazîyan -di nav de Şaredarîya Qamişloyê- ya parastina bîrdanka komî û şêweyê bajêr yê avahîsazîyê, bi rêya ku kiltûra çandî û zimanî ya pêkhateyên herêmê di çalakîyên civakî û sazîyên pêwendîdar de bide xuyandin.
Di vê rûniştinê de nûnerên navendên lêkolînan, rêxistinên civaka sivîl, tîma ciwanên xwebexş û tîma PÊL beşdar bûn.
Vê rûniştinê; pêwîstîya tekezkirina rola civakên xwecihî ya parastina bîrdanka komî û mîrata avahîsazî û çandî got û bêj kir, her wiha bal kişand ser nêzîkîbûna salvegera 100î ya avabûna bajarê Qamişloyê, li gel ku projeyên paşerojê yên şaredarîyê û Desteya Çandê yên girêdayî parastina kiltûra xwecihî da nasandin.
Beşdaran di rûniştinê de bang li şaredarîyan û desteyên kiltûrî, geştyarî û çandî kir ku sîmayên kiltûrî û dîrokî yên herêmê biparêzin û rêkilam bikin.
Ev rûniştin di çarçoveya projeya Qamîş-2yê de hate lidarxistin, ya ku PÊL bi cih tîne û bi rêya wê hewl dide di xurtkirina şîyanên welatî û şaredarîyan de beşdar bibe, da ku tevlêbûneke baştir û avakirina aştî û hevgirtina civakî li herêma Cizîrê pêk bîne.