Me li ser torên civakî bişopîne
Lêgerîn
Search

Beşdarkirina sazîyan û civaka sivîl di birêvebirina rewşên awarte û bobelatan de bi rêya belavkirina posteran

Beşdarkirina sazîyan û civaka sivîl di birêvebirina rewşên awarte û bobelatan de bi rêya belavkirina posteran

Rêxistina PÊL – Qamişlo

PÊL bo belavkirina bîrwerîyekê li nav civakê der barê çawanîya birêvebirina rewşên awarte û bobelatan; hejmarek posterên ku rênîşan û hejmarên telefonê yên rewşên awarte, bi zimanê kurdî û erebî, li bajarê Qamişloya Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê belav kirin.

Hejmarek kesên xwebexş yên PÊL di karên belavkirina posteran de beşdar bûn, tê de hejmarek sazî, peymangeh, dibistan, navendên lêkolînan, rawestgehên siwareyên veguhastinê, encumenên xwecihî û hin alîyên din jî girtin dest, bi armanca ku civaka sivîl, sazîyên sivîl û sazîyên xwecihî di birêvebirina rewşên awarte û bobelatan de beşdar bibin. Ev poster jî rênimayên der barê “Agirvedan, erdhej, baran, lehî û… hwd” dide nasandin.

Ev kampanya di çarçoveya projeya Qamîş-2yê de hate lidarxistin, ya ku PÊL bi cih tîne û bi rêya wê hewl dide di xurtkirina şîyanên welatî û şaredarîyan de beşdar bibe, da ku tevlêbûneke baştir û avakirina aştî û hevgirtina civakî li herêma Cizîrê pêk bîne.

Related Posts