Me li ser torên civakî bişopîne
Lêgerîn
Search

Xurtkirina rola civaka xwecihî di hukumdarî, lêpirsîna civakî û avakirina bawerîyê de… di komxebateke rahênanê de hate gotûbêjkirin

Xurtkirina rola civaka xwecihî di hukumdarî, lêpirsîna civakî û avakirina bawerîyê de… di komxebateke rahênanê de hate gotûbêjkirin

Rêxistina PÊL – Qamişlo

PÊL li ser xurtkirina rola civaka xwecihî di hukumdarî, lêpirsîna civakî û avakirina bawerîyê de dixebite, bi rêya hejmarek hizir û pêşnîyarên der barê xurtkirina mekanîzma gilîkirinê, çalakkirina wê û bipêşxistina pergala agahdarîyê ya zîrek ya li Şaredarîya Qamişloyê ye, ev hemû di komxebateke rahênanê de hatin gotûbêjkirin.

Ev komxebat du rojan berdewam ma û hejmareke welatî, nûnerên rêxistinên civaka sivîl, encumenên birêveberîya xwecihî û rojnameger lê beşdar bûn.

Komxebatê hejmarek mijar got û bêj kirin, wekî giringîya ragihîna vegerandî (feedback) di hukumdarîyê de û amrazên wê, li gel şîrovekirina hûrgilîyên her amrazekê.

Beşdar li ser çend koman hatin dabeşkirin, paşê rahênanên der barê kategorîkirina daxwaz û têbînîyan dane her komekê ku divê ji sazîyên taybet re werin şandin, li gel ku ev têbînî di bin çend navan de werin kategorîkirin ku li gor awayê rahênanê bin.

Di encama komxebatê de beşdar hatin handan ku di mîna van perwerdeyan de beşdar bibin, bi taybetî endamên şaredarîyê ku di warê pergala otomatîk de werin xurtkirin, li gel ku pergala otomatîk li tevahîya şaredarî û sazîyan were giştîkirin, hem jî pêwîstîya ku bigihên awayê dawî yê çalakkirin û bipêşxistina pergala otomatîk da ku li gor pêdivîya kesên sûdê jê werdigirin be.

Ev komxebat di çarçoveya projeya Qamîş-2yê de hate lidarxistin, ya ku PÊL bi cih tîne, bi armanca ku di xurtkirina şîyanên welatî û şaredarîyan de beşdar bibe, da ku tevlêbûneke baştir û avakirina aştî û hevgirtina civakî li herêma Cizîrê pêk bîne.

Related Posts