Me li ser torên civakî bişopîne
Lêgerîn
Search

Karê çaksazkirina beşek ji baxçeyekî bo kesên xwedî pêdivîyên taybet li bajarê Qamişloyê temam

Karê çaksazkirina beşek ji baxçeyekî bo kesên xwedî pêdivîyên taybet li bajarê Qamişloyê temam bû

Rêxistina PÊL – Qamişlo

PÊL bi hevrêzkarîya Şaredarîya Qamişloyê beşek ji baxçeyekî nêzî dibistana Hutîn ya bajarê Qamişloya Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê çaksaz kir, da ku bo kesên xwedî pêdivîyên taybet guncaw be, bi armanca heman derfetên heyî bo wan werin peydakirin û hem jî tev li civakê bibin.

PÊL bi boneya Roja Kesên Xwedî Pêdivîyên Taybet ya Cîhanî bidawîkirina karê çaksazkirina beşek ji baxçe ragihandin, bi beşdarbûna hejmareke zarokên astengdar yên navenda “Êrîş” ya astengdaran.

Liberçav hate derbaskirin ku yarîyên baxçe tevgerî bin li gel hin yarîyên hişî, ev yek jî li gor pêdivîyên van zarokan hate destnîşankirin, da ku ev yarî hizirandina zarokan ya afirînerî û lojîkî xurt bikin û hem jî tevgera wan ya laşî bi hêz bikin û hinerên sereke yên tevgerê bi pêş bixin, di encamê de dê jîngeheke xweşî û handanê ji wan re peyda bibe.

Karê çaksazkirina beşek ji baxçe; di çarçoveya projeya Qamîş-2yê de hate birêvebirin, ya ku PÊL bi cih tîne û bi rêya wê hewl dide di xurtkirina şîyanên welatî û şaredarîyan de beşdar bibe, da ku tevlêbûneke baştir û avakirina aştî û hevgirtina civakî li herêma Cizîrê pêk bîne.

Related Posts