Me li ser torên civakî bişopîne
Lêgerîn
Search

Bi armanca kêmkirina qezayên trafîkê… peyarê hatin nexşandin û nîşanên trafîkê û ekranên elektronîk li Qamişloyê hatin belavkirin

Bi armanca kêmkirina qezayên trafîkê… peyarê hatin nexşandin û nîşanên trafîkê û ekranên elektronîk li Qamişloyê hatin belavkirin

Rêxistina PÊL – Qamişlo

PÊL, bi hevkarîya Şaredarîya Gel a Qamişloyê û Trafîkê; hejmarek nîşanên trafîkê û ekranên elektronîk bi cih anîn, her wiha peyarêyên taybet bi rêbûrînê li hin kolanan ji peyayan re nexşandin, li çend deverên bajarê Qamişloyê yê Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê.

Ev xebat piştî çend gotûbêj û civînên bi alîyên pêwendîdar re hate encamdan; armanca PÊL ji vê yekê ew bû ku qezayên trafîkê yên ku vê dawîyê zêde bûne kêm bibin, her wiha rola alîyên çalak a belavkirina çanda trafîkê were xurtkirin.

Li Herêma Cizîrê tenê di maweya meha yekem a sala borî de 105 qezayên trafîkê rû da, di encamê de 8 kesan jîyana xwe ji dest da, her wiha sala 2021ê hejmara qezayên trafîkê gihîşte 1099 rûdanên ku 94 kesan ji encama wan jîyana xwe ji dest da; li gor hin ajansên xwecihî.

PÊL, ev xebat li deverên ku hejmareke pir ji niştecihan lê heye û nêzî cihên kombûn lê çêdibin bi cih anîn; wekî “Şaredarîya Qamişloyê, Peymangeha Hanzayê, hejmarek benzînxane, derdora çerxerêya Sebi Behrat, Rêya Enbara, Çerxerêya Şehîd Ûsifê Gulo, li gel çend deverên din ên bajarê Qamişloyê”.

PÊL projeya Qamîş-2yê bi cih tîne, bi armanca ku di xurtkirina şîyanên welatî û şaredarîyan de beşdar bibe, da ku tevlêbûneke baştir û avakirina aştî û hevgirtina civakî li herêma Cizîrê pêk bîne.

Related Posts