Me li ser torên civakî bişopîne
Lêgerîn
Search

Semînereke bîrewerkirinê der barê “Rola Ciwanan û Civaka Xwecihî ya Parastina Jîngehê”

Semînereke bîrewerkirinê der barê “Rola Ciwanan û Civaka Xwecihî ya Parastina Jîngehê”

Rêxistina PÊL – Tirbespî

PÊL, bi armanca çalakkirina rola civakê ya baştirkirin û geşepêdana rewşa jîngehê û beşdarbûna di warê xurtkirina zanîn û bîrewerîya ciwanan ya parastina jîngehê û sînordarkirina arîşeyên jîngehî de, Li bajarê Tirbespîyê yê Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê, semînereke bîrewerkirinê der barê “Rola Ciwanan û Civaka Xwecihî ya Parastina Jîngehê” bi cih anî.

Beşdaran di semînerê de hejmareke kêşeyên jîngeha herêma Cizîrê got û bêj kirin, yên herî berz ev bûn: “Dîyardeya gemarbûna çeman, nebûna toreke avrêjîyê li hin taxan, avêtina gilêşê ji derveyî zembîlan, kêmbûna rûberên şînatîyê û hwd”.

Dawîyê beşdaran hejmareke çareserî ji kêşeyên heyî re pêş kêş kirin; wekî “belavkirina bîrewerîyê li dibistan û zanîngehan, dubare bikaranîna paşmayînan, dûrketina ji bikaranîna madeyên ku zîyanê li wizeya paqij dikin, rêgirtina li birrîna daran, handana kampanyayên çandina daran, çalakkirina rola ciwan, civak û rêxistinên civaka sivîl ên di vî warî de kar dikin, rêgirtina li nêçîrvanî û çêrandina bêserûber û hwd”.

Ev çalakî di çarçoveya projeya Vînê de ya ku PÊL bi cih tîne hat lidarxistin, bi armanca ku di warê amadekirin û bilindkirina asta hinerên ciwan, jin û komên paşguhkirî yên ji bo geşepêdana xwecihî de beşdar bibe, hem jî rola çand û hunerê di avakirina aştî û pirrengîya olî, zimanî û çandî de xurt bike.

Related Posts