Rêxistina PÊL – Reqa
Kesên li duyem kongireya salane ya projeya Kanîyê beşdar bûn, ya li bajarê Reqayê bi dirûşma “Binpêkirinên Mafên Niştecihbûn Zemîn û Xweyîtîyê yên li Efrîn û Serê Kanîyê û Derencamên Wan” hat lidarxistin, pêşnîyar kir ku mijara karta derhatîyan û samanên li herêmên di bin desthilata Birêveberîya Xweser ên kesên derwelat in were çareserkirin, her wiha beşdaran pêşnîyar kir ku binkeyeke daneyan a elektronîk were damezirandin da ku binpêkirin werin belgekirin.
Beşdaran mijarên pêdivîya qurbanîyên koçberkirina bizorê, rawestandina binpêkirinên ku di mafê wan de tên kirin li herêmên di bin desthilata Birêveberîya Xweser de û başkirina rewşa jîyana wan; bi taybetî yên li kampan bi cih bûne, got û bêj kirin.
Her wiha beşdaran rêkarîya lêgirtinê û têgiha dadmendîya veguhêzer, mekanîzmên wê û çendî belgekirina binpêkirinan pê ve girêdayî ye anîn ziman; li gor ezmûnên hin dewletan.
Vê kongireyê hejmarek pêşnîyar encamdan; yên herî berz ew in ku belgekirina binpêkirinan li deverine din ji Sûrîyeyê wekî parêzgeha “Îdlib”ê bigire nav xwe, li gel berfirehkirina têkilîyan bi rêxistinên ku di warê belgekirina binpêkirinên mafê xweyîtîyê de li deverên sûrî yên din kar dikin.