Me li ser torên civakî bişopîne
Lêgerîn
Search

Rûniştineke PÊL der barê “Beşdarbûna Civakî ya Jin, Penaber û Xwedî Pêdivîyên Taybet di Avanîyên Hukumdarîya Xwecihî de” hat lidarxistin

Rûniştineke PÊL der barê “Beşdarbûna Civakî ya Jin, Penaber û Xwedî Pêdivîyên Taybet di Avanîyên Hukumdarîya Xwecihî de” hat lidarxistin

Rêxistina PÊL – Qamişlo

Di rûniştineke guftûgoyî ku PÊL der barê “Beşdarbûna Civakî ya Jin, Penaber û Xwedî Pêdivîyên Taybet di Avanîyên Hukumdarîya Xwecihî de” li dar xist, beşdar gihîştin pêwîstîya damezirandina sandîkeyeke taybet bi xwedî pêdivîyên taybet yan yekîtîyeke ku ew tê de bi birêvebirin û şopandina karûbar, arîşe û daxwazên xwe ve rabin, her weha guhertina sîyasetên karmendîtîyê yên penaberan û xwedî pêdivîyên taybet, di vê rewşa ku derfetên kar kêm in, li gel piştgirtina projeyên taybet bi jinan û xwedî pêdivîyên taybet.

Alîyên çalak yên mîna şaredarîyê “Nivîsgeha Jinê”, hin welatîyên xwedî pêdivîyên taybet û penaber, çalakvan, rêxistin û rojnameger di vê rûniştinê de beşdar bûn. Bi armanca ku PÊL di çalakkirina rola komên paşguhkirî ku di nav de jin, penaber û xwedî pêdivîyên taybet de destekdar bibe, da ku ev kom di hukumdarîya xwecihî û geşepêdana civakî de beşdar bibin, bi awayekî ku mafên wan were peyitandin û pêdivîyên wan werin dabînkirin. Ev rûniştin li navenda rêxistinê ya li bajarê Qamişloyê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate birêvebirin.

Beşdaran amaje bi wê yekê kir ku pêwîst e piştgirî ji xwedî pêdivîyên taybet re pêş kêş bikin û bêhtir tev li şaredarîyan bibin, her weha rewşa wan li ber çavan bigirin di maweya bicihanîna projeyan de ku li gor pîvan û taybetîyên tên xwestin bin, dabînkirina kertên taybet bo xwedî pêdivîyên taybet ku çûn û hatina wan û bidestxistina xizmetguzarîyên giştî li wan hêsan bikin, hawirdekirina swareyên taybet bi pîvan û taybetîyên destnîşankirî û bi bacên kêmtir, li gel çareserkirina kêşeya peydakirina malan ji penaberan re.

Ev rûniştin di çarçoveya projeya Qamîş-2yê ya ku PÊL bi cih tîne de hat lidarxistin, ya ku xurtkirina rola şaredarîyan ya beşdarbûnê û hevpêwendîya di navbera sazîyan û civaka xwecihî de di warê çareserkirina kêşeyên ku pevçûnan sînordar dikin de, li gel beşdarbûna civaka xwecihî di biryarstandinê de armanc digire.

Related Posts