Me li ser torên civakî bişopîne
Lêgerîn
Search

PÊL, komxebateke rahênanê der barê destnîşankirin, birêvebirin, şopandin û nirxandina projeyan bi cih tîne

PÊL, komxebateke rahênanê der barê destnîşankirin, birêvebirin, şopandin û nirxandina projeyan bi cih tîne

 

Rêxistina PÊL – Qamişlo

PÊL, bi armanca dannasîna mîkanîzma destnîşankirin û birêvebirina projeyan bi awayekî giştî, şopandin û nirxandina bipêşveçûna projeyan, bandora wan li civakên ku lê ava dibin, li navenda xwe ya li bajarê Qamişloyê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, komxebateke rahênanê bi cih anî.

27 kes li komxebatê beşdar bûn, tê de çawanîya destnîşankirina projeyan çi ramaneke nû û çi jî zarîkirina projeyine heyî bin, cureyên projeyan ji alîyê mezinbûn û qezenca wan, girîngtirîn prensîpên birêvebirina projeyan, destnîşankirina gavên projeyê û armancên wê, sedemên têkçûna projeyan, cudahîya di navbera rêkarîya şopandinê û rêkarîya nirxandinê de, nasîna hin projeyên ku li herêmê pêk hatine û hem jî projeyên ku bicihanîna wan bi dawî bûne, nas kirin.

Her weha di komxebatê de bandora nebûna çavdêrî û nirxandinê hate şîrovekirin.

Ev komxebat di çarçoveya projeya Zalîn-2yê de hate lidarxistin, ya ku xurtkirina rola ciwanan ya beşdarîya di warê avakirina aştîyê û hevgirtina civakî de armanc digire.

Related Posts