Rêxistina PÊL – Tirbespî
PÊL, der barê giringîya piştgirtina derûnî ji keçan re û bi armanca çalakkirina rola wan û tevlêkirina wan li jîyana civakî; li navenda xwe ya li bajarê Tirbespîyê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, rûniştineke guftûgoyî bi cih anî.
20 kes li rûniştinê beşdar bûn.
Di rûniştinê de xalên mîna dannasîna giringîya piştgirtina derûnî ji komên paşguhkirî re û bi taybetî keç, sûdên wê, astengî û zehmetîyên ku toşî keçan dibin û rê li mezinbûna wan ya derûnî û civakî digirin, bandorên neyênî û eyênî yên tendirustîya derûnî ya giştî ji keçan re, çawanîya piştgirtina derûnî û kêfxweşî ji wan re, rola rêxistinên civaka sivîl, ragihandin û civaka xwecihî di bîrwerkirina bi giringîya piştgirtina derûnî ji keçan re hatin pêşkêşkirin.
Rûniştin bi hejmarek pêşniyar û çareserîyan hate bidawîkirin, wekî; piştgirtina projeyên jinan û baldayîna keçan û tevlêkirina wan li civakên xwecihî bi taybetî li gundewaran, daxwazkirina mafên jinan wekî “mîrat, perwerde, karkirin”, lidarxistina perwerdeyên rahênanê yên pîşeyî ku alîkarîya jinê bikin li ser lingê xwe bisekine û dest bi karekî bike ku xweserîya xwe ya darayî bi dest bixe.
Ev rûniştin di çarçoveya projeya Vînê de hat lidarxistin, ya ku beşdarbûna di warê amadekirin û bilindkirina asta hinerên ciwan, jin û komên paşguhkirî di geşepêdana xwecihî de û xurtkirina rola çand û hunerê di avakirina aştî û pirrengîya olî, zimanî û çandî de aramnc digire.