Rêxistina PÊL – Qamişlo
PÊL, hejmarek sîwan li çend deverên bajarê Qamişloyê yê li Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê siwar kirin, da ku karkerên bi rojan kar dikin û hem jî ajokar sûdê jê bibînin. Li gel ku hin kelûpelên selametîya pîşeyî radestî hejmarek karkeran kir. Bi armanca ku selametîya pîşeyî û gihandina van kesan bo navendên biryarsazîyê xurt bike, li gel algirtina mafên wan li ser bingeha ku ew ji komên paşguhkirî ne.
Tîma PÊL pêdivîyên sereke yên komên paşguhkirî (karker, ajokar) nirxandin, paşê bi şaredarî û sendîkaya karkeran re civîya, li gel ku tîmê karê xwe bi rêya rapirsîneke meydanî tomar kir ku tê de hevdîtin bi hejmarek karkeran re çêkir û nêrînên wan girtin. Piştî vê yekê komxebateke rahênanê der barê selametîya pîşeyî ji wan re bi rê ve bir. Dawîyê jî hejmarek kelûpelên ku ji bo hawarçûnên destpêkî gerek in, yên ji bo rûdana rewşên awarte di çaxê kar de, li wan belav kirin.
Ev sîwan li çar deverên cûda yên li nav bajarê Qamişloyê hatin bicihkirin; “nêzî Çemê Ceqceqê beranberî şaredarîyê, li rawestgeha bakurî ya beranberî bazara sebzeyan, li rawestgeha veguhastinê, li nêzî Yarîgeha Heysem Kiço ya li ser Çarerêyê”.
Ev sîwan ji bo karker û ajokaran û heta ji bo niştecihan jî dibin alîkar ku wan jî tîrêj û germahîya hetava havînê û barana zivistanê biparêze, her çendî bi beşî be jî. Her wiha dê avsarkek li kêleka her sîwanekê were bicihkirin.
Ev xebat di çarçoveya karê PÊL de hate birêvebirin, bi armanca ku di xurtkirina şîyanên welatî û şaredarîyan de beşdar bibe, da ku tevlêbûneke baştir pêk bîne û aştîyê û hevgirtina civakî li herêma Cizîrê ava bike.