Rêxistina PÊL – Tirbespî
PÊL, bi armanca bîrewerkirina jinê bi çawanîya parastina tendirustîya xwe di çaxê ducanîyê û piştî wê de jî, li gundê Şeybanîye yê girêdayî Til Merûf yê li Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê, rûniştineke guftûgoyî ya bîrewerane der barê “Tendirustîya Zarokanînê li Gundewaran” li dar xist.
Ev rûniştina ku hejmarek jinên gund lê beşdar bûbûn; mijarên wekî “têgiha Tendirustîya zarokanînê, giringtirîn astengîyên ku li gundan toşî jinan dibin, hêmanên ku dihêlin tendirustîya jina ducanî ya li gundan têk biçe, li gel pêrabûnên ku pêk tên ji bo bîrewerî belav bibe” tê de hatin şîrovekirin.
Hemşîreyê çend awayên baştirkirina tendirustîya zarokanînê ji beşdaran re pêş kêş kir, awayên wekî: “qutkirina cixarekişandinê, kêmkirina qaseya kafeyînê, bi rêkûpêkî werzişkirin, li giranîya laşê xwe haydar bin, masîyan bixwin û xwarina goştên din kêm bikin an zeyta masîyan bixwin, hay ji xewa xwe hebin û demjimêrên xewê bila birêkûpêk bin, serîlêdana bijîşkî, pişkinîna gerîyane ji jinên zewacî re, keçan bîrewer bikin ku hay ji paqijîya xwe hebin”.
Ev rûniştin di çarçoveya karê PÊL de hat lidarxistin, da ku di amadekirin û bilindkirina asta hinerên jin, ciwan û komên paşguhkirî yên ji bo geşepêdana xwecihî de beşdar bibe û rola ciwanan di warê karûbarên giştî de xurt bike.