Samî Fetahê 35 salî, yek ji niştecihên bajarê Qamişloya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, bi kursîyê xwe vedigere malê piştî rûniştineke xwe ya der barê zimannasîyê li Rêxistina PÊL qedandîye, sîmayên geşbînîyê li ser rûyê wî dixuyên, pendeke ku wî bo xwe nivîsîye bi berdewamî dubare dike û dibêje: “Heger lingên min yên pê bigihêjim armanca xwe tune bin, lê vîn û hêvîyên min hene ku dikarim bi wan bigihêjim stêrkên asîmanan”.
Samî ciwanek di buhara jîyana xwe de bû, xewn û xeyal û hêvîyên wî mîna pêtên agir diçirisîn, pir ji av û avjenîyê hez dikir, xwe amade dikir ku derbasî zanîngehê beşa derûnnasîyê bibe, çimkî ew hewesa wî bû û pir dixwest bibe bijîşkekî derûnî.
Ev ciwanê 19 salî nizanîbû ku hingê wê hêvîyên wî bigihêjin xalekê ku jîyana wî bi tevahî dê 360 pileyî bê guhartin, wekî Samî dibêje.
Samî ji PÊL re dibêje: “Di navbera şev û rojekê de min dît ku ez bê çare mame, ew tehlîtî û dijwarîya ku tu kes nikare pê bihese ji min pê ve, çi belayeke zor û zehmet bû”.
Samî piştî xwe avête hewdeke avjenîyê, serê wî li erdê ket û movika qirikê ya heftem şikest û di encamê de felc bû, her du pî û tilîyên destên wî pûç bûn. Ew vê rewşê wisa derdibire: “Neh mehên zehmetî û derdkêşanê bûn, ew mehên destpêkî yên min li malê qedandin piştî vê bûyerê, xewn, hêvî û xwestek hilferîyan, paşeroj wekî ku rewrewk be ji ber çavên min winda bû”.
Ew der barê rewşekê hestên xwe yên “bêçaretî”yê wekî ew bi nav dike, tîne ziman û dibêje: “Pîyaleya avê tenê metreyekê dûrî min bû, lê min nikarîbû destê xwe bigihînimê û vexwim”.
Samî da xuyandin ku merivekî wî şîretek lê kir ku pirtûka “Jîyana Xwe Nû Bike” ya îmam Mihemed El-Xezalî bixwîne. Dibêje: “Min demjimêrên dema xwe yên dirêj û vala bi xwendinê derbas dikirin”.
Ev xortê ciwan li ser doşeka xwe dirêjkirî bû bi baldarî malikên helbesta helbestvan Mihemed Mustefa Hemam ya bi navê “Jîyanê Ez Fêr Kirim Ku” dixwendin, hem jî gotina Wîlyam Cêms “Heger em danberhevekê bikin di navbera karîna me û kir û karên me, dê dîyar bibe ku em mirov in nîv-saxî ne” dubare û sêbare dixwend, van gotinan bandoreke mezin lê kir, heta ku hêsir ji çavên wî barîyan, ji ber pê hesîya ku ev gotin wekî peyamekê ji alîyê Xweda ve ne, wî han didin ku ew mirovekî bêastengî be û qalikê kêmasîya xwe ya laşî bişikîne. Hingê ev bû xal û kêlîya destpêka guherînê.
Samî dibêje ku piştî vê yekê kete nav ger û lêgerîna li armanca xwe di vê jîyanê de, hingê gelek pirtûk xwendin da ku armanca xwe pêk bîne. Yekî ji hevalên wî pêşnîyar kir ku xwendina xwe ya dibistanê berdewam bike, wî jî yek nekir du û destpêkê bawernameya amadeyî bi dest xist û ew yek ji xwendekarên yekemîn yên herî serkeftî bû, piştre derbasî Zanîngeha Şamê, Fakulteya Perwerdeyê, beşa derûnnasîyê bû, “Hêvîya min ew bû ku lîsansê biqedînim û piştre master û doktorayê bi dest bixim, min sal bi sal diqedandin heta gihîştim sala sêyem, hingê rewşa welat xerab bû û berdewamkirina xwendinê pir zehmet bûbû, lewre ez vegerîyan cih û warê xwe; Qamişloyê”.
Ku tu li bîyabanekê windayî, westîyayî û tî bî, ji nişkê ve tu golekê bi av û dar bibînî û pêbawer bî ku ew rizgarîya te ye, lê her tu nêzî wê bibî ew ji te dûr dibe û gava tu bigihêyê ew wekî rewrewkan winda dibe; rewşa Samî jî bi heman awayî bû di maweya saleke dirêj de, dawîyê vîna berdewamîyê zorê bir û ew derbasî Navenda Hanza ya Zimanan bû û di maweya salek û nîv de pênc astên zimanê inglîzî, perwerdeya ICDL û perwerdeyeke dîzayna li ser PowerPointê qedandin, piştre derbasî Zanîngeha Rojava bû û di du salan de beşa Ziman û Wêjeya Kurdî û piştre jî li Peymangeha Wergerê beşa wergera kurdî-erebî qedandin û bi serkeftin ji herdu beşan derçû.
Piştî vê rêwîtîyê dixuye ku tîbûna Samî ji zanînê re tê nebû, ew dibêje: “Min xwe li zanîngeha University of The People beşa Birêvebirina Karûbaran tomar kir, ev zanîngeh jî bi ser Wezareta Perwerdeyê ya Amerîkayê ve ye, niha ez hê tê de dixwînim, lê hê jî hewesa min ji derûnnasîyê re venemirîye, lewre ez hê jî di vî warî de dixwînim û xewna min ew e ku şandîyeke akademîk bi dest bixim da ku xwendina xwe ya derûnnasîyê li derveyî welat berdewam bikim û bi taybetî derûnnasîya perwerdehî”.
Samî dibêje: “Ez bi astengdarîya xwe nahizirim, lê belê ji bo vejandina qada fêrkirin û perwerdeyê li welat; projeyeke min heye, ev xewn jî keda salan jê re pêwîst e heta ku pêk were, çimkî ez li gor prensîpekê tev digerim ew e ku (ji dêvla tu lanetê li tarîtîyê bikî… mûmekê vêxe pê rêya xwe û kesên derdora ronî bike)”.
Niha jî, ev ciwanê di sih salîya xwe de di wergera pirtûkan de kar dike, hem jî weşanên Rêxistina PÊL werdigerîne zimanê kurdî, hin caran jî li navenda PÊL rûniştinên girêdayî qada xwe bi rê ve dibe.
Samî dîyar dike ku mirovê geşbîn di kirîzan de wekî mirovekî dîn tê dîtin, lê ew dibêje: “Ez dixwazim di jîyana xelkê de xêzeke xweş bim û navê min bi gotineke xweş bi bîr bînin”.
Dawîyê jî Samî axiftina xwe wiha diqedîne: “Ev ne gotin û silogan in, lê belê prensîpên jîyana min yên li gor wan tev digerim. Tevî ku hemû rewşa derdorê berê me dide bêhêvîtîyê, lê hertim çirûskeke hêvîyê heye û tu carî venamire”.