Me li ser torên civakî bişopîne
Lêgerîn
Search

“Rewşa Çandinîyê li Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê”… di rûniştineke PÊL ya guftûgoyî de gotûbêjkirin

“Rewşa Çandinîyê li Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê”… di rûniştineke PÊL ya guftûgoyî de tê gotûbêjkirin

Rêxistina PÊL – Qamişlo

PÊL, bi armanca ku balê bikişîne ser rewşa çandinîyê li herêma Cizîrê û astengîyên li pêş cotkaran û awayên zorbirina wan, li gel naskirina rola Rêveberîya Xweser û rêxistinên mirovî di piştgirtina rêkarîyên çandinîyê de, li navenda xwe ya li bajarê Qamişloya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, rûniştineke guftûgoyî der barê “Rewşa Çandinîyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê” bi rê ve bir.

Vê rûniştinê tekezî li beşdarkirina ciwanan di warê çandinîyê de kir, hem jî berztirîn kêşeya rûbirûyî çandinîyê dibe anîn ziman ku ew jî “av” e, çimkî di çend salên dawî de baran kêm barîya li herêmên me, di encama guherînên seqayê de yên tevahîya cîhanê toşî wan dibe, li gel ku pêdivîyên sereke yên çandinîya avî peyda nabin û di serî de “mazot”.

Gelek beşdaran dît ku şerên sîyasî bandorên mezin li çandinîyê kir.

Her wiha beşdaran di gotûbêjan de pêşnîyar kir ku di pêvajoyên destpêkî de tov werin dabînkirin, hem jî cotkar werin handan ku wizeya hetavî bi kar bînin, li gel ku sûd ji samanên sewalî ve were girtin, piştgirtina projeyên malên plastîkî, piştgirtina qerdên wizeya hetavî û piştgirtina  çandina daran.

Ev rûniştin di çarçoveya projeya Zalîn-2yê de hat lidarxistin, ya ku PÊL bi armanca xurtkirina rola ciwanan ya beşdarbûna di warê avakirina aştîyê û parastina jîngeha herêma Cizîrê de li dar dixe.

Related Posts