Me li ser torên civakî bişopîne
Lêgerîn
Search

“Rola Civakê ya Parastina Kiltûra Xwecihî”… rûniştineke guftûgoyî ku PÊL bi ve dibe

“Rola Civakê ya Parastina Kiltûra Xwecihî”… rûniştineke guftûgoyî ku PÊL bi rê ve dibe

Rêxistina PÊL – Qamişlo

PÊL, di bin  serenavê “Rola Civakê ya Parastina Kiltûra Xwecihî”, li bajarê Qamişloyê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, rûniştineke guftûgoyî li dar xist, bi armanca xurtkirina rola sazîyan -di nav de Şaredarîya Qamişloyê- ya parastina bîrdanka komî û şêweyê bajêr yê avahîsazîyê, bi rêya ku kiltûra çandî û zimanî ya pêkhateyên herêmê di çalakîyên civakî û sazîyên pêwendîdar de bide xuyandin.

Di vê rûniştinê de nûnerên navendên lêkolînan, rêxistinên civaka sivîl, tîma ciwanên xwebexş û tîma PÊL beşdar bûn.

Vê rûniştinê; pêwîstîya tekezkirina rola civakên xwecihî ya parastina bîrdanka komî û mîrata avahîsazî û çandî got û bêj kir, her wiha bal kişand ser nêzîkîbûna salvegera 100î ya avabûna bajarê Qamişloyê, li gel ku projeyên paşerojê yên şaredarîyê û Desteya Çandê yên girêdayî parastina kiltûra xwecihî da nasandin.

Beşdaran di rûniştinê de bang li şaredarîyan û desteyên kiltûrî, geştyarî û çandî kir ku sîmayên kiltûrî û dîrokî yên herêmê biparêzin û rêkilam bikin.

Ev rûniştin di çarçoveya projeya Qamîş-2yê de hate lidarxistin, ya ku PÊL bi cih tîne û bi rêya wê hewl dide di xurtkirina şîyanên welatî û şaredarîyan de beşdar bibe, da ku tevlêbûneke baştir û avakirina aştî û hevgirtina civakî li herêma Cizîrê pêk bîne.

Related Posts