Me li ser torên civakî bişopîne
Lêgerîn
Search

PÊL, bi rêya komxebateke rahênanê, girîngîya hevtêkilîyê di civakê de dide xuyandin

PÊL, bi rêya komxebateke rahênanê, girîngîya hevtêkilîyê di civakê de dide xuyandin

Rêxistina PÊL – Tirbespî

PÊL, bi armanca avakirina şiyanan û bilindkirina asta têgihîştina rahênayîyan bi girîngîya hevtêkilîyê û naskirina armanc, şêwe û astên wê, li navenda xwe ya li bajarê Tirbespîyê, komxebateke rahênanê der barê “hinerên hevtêkilîya çalak” bi cih anî.

Komxebatê, têgiha hevtêkilîyê û pêkhateyên wê, şêwe û amrazên wê, ast û armancên wê, hêmanên ku bandorê lê dikin û astengîyên wê dane nasîn.

Vê komxebatê tekezî li pêwîstîya1 alîkarkirina rahênayîyan kir, li gel hêzdarkirina wan di rêkarîya hevtêkilî û qayîlkirinê de, bipêşxistina hinerên wan yên kesî di warê kar û fêrbûnê de û bikaranîna vê yekê di guftûgoyên civakî de.

Komxebat bi hejmarek şîretên biserxistina rêkarîya hevtêkilîyê û pêwîstîya ku bi baldarî naveroka peyamê were hilbijartin, hat bidawîkirin.

Ev perwerde di çarçoveya projeya “Vîn”ê ya ku PÊL bi cih tîne de hat birêvebirin, ya ku amadekirin û bilindkirina asta hinerên ciwan, jin û komên paşguhkirî di geşepêdana xwecihî de, li gel xurtkirina rola çand û hunerê di avakirina aştî û pirrengîya olî, zimanî û çandî de aramnc digire.

Related Posts