Me li ser torên civakî bişopîne
Lêgerîn
Search

“Plansazîya Stratejîk û ya Hevbeş”… serenavê komxebateke rahênanê ku PÊL bi ve dibe

“Plansazîya Stratejîk û ya Hevbeş”… serenavê komxebateke rahênanê ku PÊL bi rê ve dibe

Rêxistina PÊL – Qamişlo

PÊL, bi armanca hêzdarkirin û avakirina şiyanên welatîyan û endamên şaredarîyan bi hinerên plansazîya stratejîk û ya hevbeş û bersivdana pêdivîyên welatîyan, komxebateke rahênanê der barê “Plansazîya Stratejîk û ya Hevbeş” bi cih anî.

Komxebatê mijarên stratejî û plansazîya stratejîk girtin dest, bi beşdarbûna alîyên çalak yên Şaredarîya Qamişloyê (Nivîsgeha Teknîkî), Serokatîya Şaredarîya Qamişloyê, Serokatîya Şaredarîya Tenûrîyê, Şaredarîya Hîmo, Gerînendeya Qamişlo ya avê, Komîteya Şaredarîyan ya Qamişlo (Beşa Siwareyan), li gel beşdarbûna hin welatî, çalakvanên sivîl û kesên ku balê didin vê mijarê. Beşdaran di komxebatê de hinerên sereke yên rêkarîya plansazîya stratejîk û girîngîya beşdarkirina xwedîyên berjewendîyê û kesên pêwendîdar di plansazkirin û nirxandinê de nas kirin.

Her weha beşdaran di komxebatê de, pêkhateyên plana stratejîk, pêvajoyên plansazîya stratejîk, kesên ku di rêkarîya plansazîya stratejîk de beşdar dibin, domdarî, bînayî, peyam, dîtaneya guhartinê, dahûrîna SWAT, armancên stratejîk, tiştên ku divê pê bihizirin berî planeke stratejîk saz bikin, birêkûpêkkirina pêşekîyan, armancên pêvajoyî, plana kar, xwedîyên berjewendîyê û kesên pêwendîdar, celeb û çavkanîyên piştgirîya darayî, li gel pêkanîneke karekî ji her serenavek ji serenavên navbûrî re nas kirin.

Ev komxebat bi armanca alîkarkirina xwedîyên biryarê ku karbin planeke paşerojî ji proje û karên şaredarîyan re saz bikin, hem jî ji bo destnîşankirina pêrabûn û awayên pêkanîna armancan û komkirina dahatan bo bicihanîna planan hat lidarxistin. Ji alîyekî din ve ev komxebat dibe destekdar ku şiyanên birêvebirina şaredarîyan yên sazkirina planeke demdirêj ji karên wan re hêzdar bibin, bi awayekî ku di xurtkirina şiyanên welatîyan û şaredarîyê yên çareserkirina kêşeyan û xurtkirina têkilîyên dirust di navbera şaredarî û civaka xwecihî de beşdar bibe.

Ev komxebat di çarçoveya projeya Qamîş-2yê ya ku PÊL bi cih tîne de hat lidarxistin, ya ku PÊL bi armanca xurtkirina rola şaredarîyan ya hevbeşî û hevtêkilîya di navbera sazîyan û civaka xwecihî de, di warê sînordarkirina pevçûnan û piştgirtina civaka xwecihî de ji alîyê beşdarbûna di biryarstandinê de daye destpêkirin.

Related Posts