Me li ser torên civakî bişopîne
Lêgerîn
Search

PÊL, rola şaredarîyan ya bersivdana rewşên awarte û birêvebirina bobelatan got û bêj dike

PÊL, rola şaredarîyan ya bersivdana rewşên awarte û birêvebirina bobelatan got û bêj dike

Rêxistina PÊL – Qamişlo

PÊL, bi serenavê “Rola Şaredarîyan ya Bersivdana Rewşên Awarte û Birêvebirina Bobelatan”, bi armanca ku di baştirkirina çalakbûn û amadekarîyên şaredarîyan û civaka xwecihî ya bersivdana rewşên awarte û bobelatên xwezayî de beşdar bibe, li bajarê Qamişloyê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, rûniştineke guftûgoyî li dar xist.

Di vê rûniştinê de endamên Şaredarîya Gel ya Qamişloyê, Nivîsgeha Teknîkî û Cîbicîkar, nûnerên Komên Agirkujîyê, Birêveberîya Trafîkê (Nivîsgeha Lêpirsînê), Heyva Sor ya Kurd û hejmarek welatî û rojnameger beşdar bûn.

Beşdaran di rûniştinê de pêrabûn û mîkanîzmên ku şaredarî û desteyên pêwendîdar yên xweparastina ji metirsîyan standine, çawanîya sazkirina planên bersivdana rewşên awarte, çendîya çalakbûn û amadekarîya alîyên pêwendîdar û hevrêzkarîya di navbera wan de, li gel rola civaka xwecihî û ragihandinê di xweparastin, bersivdan û rizgarkirinê de got û bêj kirin.

Hejmarek pêşniyarên ku dê di warê baştirkirina rola çalak ya şaredarîyan ya geşepêdan û hevgirtina civakî de destekdar bin hatin encamgirtin; wekî: “Piştgirtina pêvajoya biserxwevehatinê û ya piştî derbelêketinê bi rêya piştgirtineke derûnî ji ziyandîtîyan re, avakirina tîmên taybet yên berevanîya sivîl ku welatî beşeke sereke ji wan bin û avakirina şiyanên van encumenan bi awayê herî baş, avakirina xalên bijîşkî û yên taybet li ser rêyên giştî û deverên çalak û geştyarîyê, belavkirina hejmarên rewşên awarte ku ji tevahîya welatîyan re li ber dest bin, çavdêrîkirina rêyên lehîyên ku pêşbênîkirî ne, çavdêrîkirina piran bi awayekî gerîyane û… hwd”.

Projeya Qamîş-2 ya ku PÊL daye destpêkirin, hêzdarkirina rola Şaredarîya bajarê Qamişlo û gundewarên wê armanc digire, bi armanca ku aştîya xwecihî û hevgirtina civakî xurt bike.

Related Posts