Me li ser torên civakî bişopîne
Lêgerîn
Search

“Jîngehnasîya Civakî”… têkilîya civakê bi jîngehê re

“Jîngehnasîya Civakî”… têkilîya civakê bi jîngehê re

Rêxistina PÊL – Qamişlo

PÊL, bi armanca ku têkilîya pevgirêdayî ya di navbera rewşa jîngehê û civakê de şîrove bike, li navenda xwe ya li bajarê Qamişloyê, komxebateke rahênanê der barê “Jîngehnasîya Civakî”yê de bi cih anî.

Komxebata ku 41 kes lê beşdar bûbûn, şêwe û awayên gemarbûnê û sedemên wê şîrove kirin, her weha komxebatê tekezî li nexweşîyên di encama gemarbûnê de kir.

Rahêner nexweşîyên ku di demên dawî de di encama gemarbûnê de belav bûne anîn ziman; wekî “penceşêr, alerjîk, leşmanîya, kirêtbûnên zikmakî û hwd”.

Beşdaran dît ku bîrwerkirina jîngehî ji kesan re pêwîst e, da ku reftarên wan bi awayekî eyênî werin arastekirin ku parastina jîngehê pêk bînin.

Ev komxebat di çarçoveya projeya Zalîn-2yê de ya ku PÊL bi cih tîne hat lidarxistin, ku xurtkirina rola ciwanan di avakirina aştîyê û parastina jîngeha herêma Cizîrê de aramnc digire.

Related Posts