Me li ser torên civakî bişopîne
Lêgerîn
Search

Kêşeyên ceneratorên elektrîkê zêde dibin û pêkanîna çareserîyekê pêwîst bûye

Kêşeyên ceneratorên elektrîkê zêde dibin û pêkanîna çareserîyekê pêwîst bûye

Rêxistina PÊL – Qamişlo

PÊL û hejmarek alîyên pêwendîdar daxwaz kir ku kalîteya sotemenîya ku ji weberhênerên ceneratoran re tê pêşkêşkirin, baştir bibe, hemû cenerator bo cihekî taybet ku li derveyî bajêr be werin veguhaztin, sepandina xeramet û sizayên tund yên darayî li kesên ku xetên elektrîkê yên sereke dizîne, li gel belavkirina bîrwerîyê. Ev yek di rûniştineke guftûgoyî ku PÊL bi serenavê “Rewşa Ceneratorên Elektrîkê yên Şaredarîya Qamişloyê; Astengî û Çareserîyên Wan”, li bajarê Qamişloyê hate birêvebirin.

Di vê rûniştina ku 15 kesên ji alîyên çalak û sûdgiran lê beşdar bûbûn de, girîngtirîn kêşeyên ku di encama derketina ceneratorên mezin û piçûk de li herêmê, bi taybet di maweya piştî kirîzê de, li gel astengîyên herî zehmet û çareserî û berdêlên wan hatin gotûbêjkirin.

Alîyên çalak dan xuyandin ku di navbera 440 û 450 cenerator li bajarê Qamişloyê hene, ji bilî yên ku li gundan in, her ceneratorek 7500 lîtir mazût her meh digihîyê.

Di heman demê de hejmarek ji beşdaran gazin ji  jikarketina ceneratoran kirin ku demeke dirêj dimînin heta tên çaksazkirin, li gel kalîteya sotemenîyê ya xerab ya ku dibe sedema jikarketina ceneratoran di werza havînê de, hem jî gava kesek bixwaze li xwedîyê ceneratorê gilî bike, hingê yê xwedî gefan lê dixwe ku elektrîka ceneratorê lê qut bike, her weha dûmanên ku ji ceneratoran derdikevin jî cihê gazinan bûn.

Alîyên pêwendîdar da xuyandin ku zagonek heye ku derfeta 5 rojan û di ser re 2 rojan dide xwedîyê ceneratorê da ku wê çak saz bike, heger ew bixwaze ji taxê rake, divê ew derfeta 6 mehan bide şaredarîyê da ku derîyê weberhênanê veke ji bo guhartina wê, li gel ku navê kesên ku li xwedîyê ceneratorê gilî dikin eşkere nebe da ku tu ziyan lê nebe.

Hejmareke baş ji beşdaran gihîştin wê yekê ku weberhênana tûrbînan û çaksazkirina wan pêwîst e, da ku wizeya elektrîkî ji tora giştî were derkirin û xwespartina ceneratoran kêm bibe, li gel hejmarek pêrabûnên din.

Ev rûniştin di çarçoveya projeya Qamîş-2yê ya ku PÊL daye destpêkirin de hat lidarxistin, ya ku armanca wê xurtkirina rola şaredarîyan di hevbeşî û têkilîya di navbera sazîyan û civaka xwecihî de di çareserkirina kêşeyên ku kêferatan sînordar dikin û piştgirîyê didin civaka xwecihî ku di biryarstandinê de beşdar bibe.

Related Posts