Me li ser torên civakî bişopîne
Lêgerîn
Search

Kêmbûna avê li hin deveran û qutbûna li hin deverên din… gencîneya avê ya Cizîra Sûrîyeyê

Kêmbûna avê li hin deveran û qutbûna wê li hin deverên din… gencîneya avê ya Cizîra Sûrîyeyê

Rêxistina PÊL – Qamişlo

Rûniştineke PÊL ya der barê rewşa avê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hejmarek qewîtîyên ji bo sivikirina bandor û encamên kêmbûna avê encam dan, yên herî girîng; ku ji bo temamkirina projeya kişandina avê ji Çemê Feratê kar were berdewamkirin, da ku avê ji bajarê Hisiçayê re dabîn bikin, kêşeya avê bikin dozeke navdewletî û bi awayekî vekolandî ji Neteweyên Yekbûyî re were pêşkêşkirin.

Alîyên pêwendîdar û niştecihên bajarê Qamişloyê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê di vê rûniştinê de beşdar bûn.

Vê rûniştinê tekezî li rewşa avê ya herêmê û stratejîyên Rêveberîya Xweser yên ji bo parastina gencîneya avê û dûrxistina wê ji gemarbûnê, li gel peydakirina ava vexwarinê kir.

Her weha beşdaran tekezî li wê yekê kir ku teknîkên avdanê yên nûjen werin bikaranîn  mîna “dilopkirin”, lidarxistina komxebatên rahênanê yên ji bo cotkaran fêrî awayê avdana nûjen bikin, çandina dexlûdanên ku avê gelekî venaxwin, kêmkirina çandina dexlûdanên ku avê gelekî vedixwin, pêwîstîya bîrwerkirina di warê bikaranîneke çak ji avê re, bi rêya kurtevîdîyoyên rêklamî ku li ser torên ragihandinê werin weşandin, lidarxistina komxebat û rûniştinên bîrwerane yên ji bo zêdekirina bîrwerîya niştecihan ya têkildarî pêwîstîya bikaranîneke çak ji avê re, li gel ku pêşekî bo ava vexwarinê û piştre bo çandinîyê bihête dan.

Lê der barê qutbûna avê li hin taxan û li hinine din na, alîyên pêwendîdar yên amade ev yek dan xuyandin ku: “Pêxistina generatorê elektrîkê yê ji bo berdana avê, rojane 20 hezar lîtir mazût jê re divê, ev jî qaseyeke mezin e, lewre tenê di rewşên pir dijwar û awarte de em xwe dispêrin generatoran wekî berdêla elektrîkê, hem jî taxên korane û yên ku ne di nav plana rêxistinî ya bajêr de ne, av nagihêje wan”.

Beşdaran nîşan da wê yekê ku herêmên me bi çavkanîyên avê dewlemend in, lê piranîya wan çavkanîyan kanîyên wan li derveyî Sûrîyeyê ne. Sebrî Osman endazîyarê çandinîyê dibîne ku cotkar bîrên “korane” dikolin, bê rêdan yan pişkinîna pêwendîdaran, ev yek jî zîyanê digihîne qatên ku ava jêrzemînî hildigirin.

Hejmarek ji beşdaran anî ziman ku: “Rêveberîya Xweser li ser projeya kolana bîrên Elhime ya bakur û rojavayê Hisiçayê kar kir ku dê 50 bîr bihatana kolan, lê bicihanîna vê projeyê dereng ma û av piştî çend rojan qut bû. Li gel projeya kişandina ava Feratê ji Dêrezorê heta Hisiçayê, bi lêçûneke ku nêzî 1,5 milîyon dolar e, hingê av careke tenê du demjimêran bo herdu taxên Salihîyê û Muftî hate berdan û piştre rawestîya”, bê ku sedem werin dîyarkirin.

Ev rûniştin di çarçoveya projeya Zalîn-2yê de hat lidarxistin, ya ku xurtkirina rola ciwanan di avakirina aştîyê û hevgirtina civakî de armanc digire.

Related Posts