Me li ser torên civakî bişopîne
Lêgerîn
Search

“Ezmûna Warşîn ya jîngehî”… PÊL balê dikişîne ser rewşa jîngeha heremê

“Ezmûna Warşîn ya jîngehî”… PÊL balê dikişîne ser rewşa jîngeha heremê

Rêxistina PÊL – Qamişlo

PÊL bal kişand ser yek ji ezmûnên jîngehî û guhdana lawiran yên ku li herêmê pêk tên, her wiha astengîyên ku toşî xebatkarên vê qadê dibin û planên wan yên paşerojê anîn ziman, bi armanca ku giringîya karê di vî warî de berz bike. Ev yek bi rêya pêşkêşkirina ezmûna komeleya “Warşîn”ê, li navenda PÊL ya li bajarê Qamişloya Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hat.

Nûnerên komeleya Warşîn hejmarek ji xebatên xwe şîrove kirin; wekî kampanyayên çandina daran ku “meştelek li bajarê Qamişloyê ava kirin û 400 dar tê de hebûn, ji darên avî û yên mêwedar jî, li gel ku bi hin çalakîyên guhdana lawiran rabûn; wekî ku 200 masî li Bendava Mizgeftê ya girêdayî gundewarên Tirbespîyê çandin”.

Her wiha bi armanca belavkirina bîrewerîya jîngehî; Warşîn bi kampanyayeke paqijkirin û belavkirina broşûrên bîrwerane rabû; tê de bang li welatîyan kir ku jîngehê biparêzin û tekezî li rola wan ya çalak kir ya di warê sînordarkirina gemarîyê û guherîna seqayê.

Ev çalakî di çarçoveya projeya Zalîn-2yê de hat lidarxistin, ya ku xurtkirina rola ciwanan ya beşdarbûna di warê avakirina aştîyê û hevgirtina civakî de armanc digire

Related Posts