Me li ser torên civakî bişopîne
Lêgerîn
Search

Di rûniştineke PÊL a der barê xanan de… kêşe hat pêşkêşkirin û çareserî hatin pêşnîyarkirin

Di rûniştineke PÊL a der barê xanan de… kêşe hat pêşkêşkirin û çareserî hatin pêşnîyarkirin

Rêxistina PÊL – Qamişlo

PÊL, der barê “Xan û Bandora  Wan li Rewşa Jîngehê”, li navenda xwe ya li bajarê Qamişloyê yê li Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê, rûniştineke gotûbêjkirinê li dar xist, bi armanca ku vê kêşeyê bigire dest.

15 kes di vê rûniştinê de beşdar bûn; ji Şaredarîya Gel a Qamişloyê, Heyva Sor a Kurd û hejmarek ji niştecihên başûrê rojhilatê Qamişloyê yên ku ji ber bandorên xanan zîyan li wan bûne.

Beşdaran kêşeyên xanan ên herî berz got û bêj kirin; wekî “hilma genî û belavbûna  kêzikên ku nexweşîyê vediguhêzin û hwd”.

Hejmarek ji beşdaran çend çareserî pêş kêş kirin ji bo sînordarkirina vê kêşeyê, yên herî berz ev in: “paşmayîn bi rêkûpêkî werin barkirin, reşandina dermanên ku kêzikan dikujin, ziftkirina kolanan û hwd”.

PÊL, bi rêya projeyên xwe yên ji bo jîngehê hewl dide di xurtkirina rola ciwanan ya avakirina aştîyê û parastina jîngeha herêma Cizîrê de beşdar bibe.

Related Posts