Me li ser torên civakî bişopîne
Lêgerîn
Search

“Kar payeya jinê zêde dike”… çend çîrokên serkeftina jinan di rûniştineke PÊL de hatin pêşkêşkirin

“Kar payeya jinê zêde dike”… çend çîrokên serkeftina jinan di rûniştineke PÊL de hatin pêşkêşkirin

Rêxistina PÊL – Tirbespî

Hejmarek jin li çîrokên serkeftina hevûdin guhdar kirin, di rûniştineke PÊL de ku bi serenavê “Çîrokên Serkeftinê û Ezmûnên Jinan yên Serkeftî”, li navenda PÊL ya li bajarê Tirbespîyê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin pêşkêşkirin.

PÊL di vê rûniştinê de bal kişand ser behre û çîrokên jinan yên serkeftî, hem jî bal kişand ser rola jina kedkar û ezmûnên wê yên bo geşkirina civakê , li gel handana wê ku kar bike û xwe bi pêş bixe, tevî rewş û zehmetî û astengîyên ku toşî wê dibin û bipêşketina wê astengdar dikin.

Di rûniştinê de rewşa karkirina jinê li herêmê û naskirina astengîyên ku toşî wê dibin di warê bipêşxistina karên wan û çareserî û pêşnîyarên guncaw hatin pêşkêşkirin, hem jî li çîrokên çend keçan yên serkeftî guhdar kirin; ew jî (Îlsa Robêl Şero û Lîna Rêmûs Şero) xwedîyên projeya çêkirina şêranîyê û daxwaz û pêdivîyên malan, her wiha (Bêrola Corc) ku karê bazirganîya elektronîk dike.

Ev rûniştin di çarçoveya projeya Vînê de, ya ku PÊL bi cih tîne, hat lidarxistin, ya ku beşdarbûna di warê amadekirin û bilindkirina asta hinerên ciwan, jin û komên paşguhkirî di geşepêdana xwecihî de û xurtkirina rola çand û hunerê di avakirina aştî û pirrengîya olî, zimanî û çandî de aramnc digire.

Related Posts