Me li ser torên civakî bişopîne
Lêgerîn
Search

“Guherînên Seqayê”… PÊL mijarê di rûniştinekê de got û bêj dike

“Guherînên Seqayê”… PÊL vê mijarê di rûniştinekê de got û bêj dike

Rêxistina PÊL – Qamişlo

PÊL, bi armanca danasîna giringtirîn sedemên guherînên seqayê li cîhanê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bandorên wan û çareserîyên pêşbînîkirî yên ji bo sivikkirina wan, li navenda xwe ya li bajarê Qamişloyê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, rûniştineke guftûgoyî der barê “Guherînên Seqayê” li dar xist.

21 kes di vê rûniştinê de beşdar bûn, tê de, têgiha guherînên seqayê, sedemên wan, bandorên wan û berztirîn planên Rêveberîya Xweser û rêxistinên mirovî yên ji bo sivikkirina dijwarîya wan nas kirin, bi rêya giringîdana projeyên ku xizmeta jîngehê dikin, zêdekirina kampanyayên çandina daran, belavkirina bîrewerîya der barê jîngehê de, li gel giringîdana bandorên guherînên seqayê bi rêya projeyên derçûnê yên xwendekarên zanîngehan.

Beşdaran di rûniştinê de tekezî li kêşeya jeneratorên elektrîkê kir û gemarbûna ku li bajêr çêdikin. Lê piranîya beşdaran li hev kir ku pêdivî bi elektrîkê heye, di demekê de ku elektrîka fermî qutkirî ye, lewre rawestandina jeneratoran çareserîyeke zehmet e ku pêk were.

Ev rûniştin di çarçoveya projeya Zalîn-2yê de hat lidarxistin, ya ku beşdarbûna di warê xurtkirina rola ciwanan ya avakirina aştîyê û hevgirtina civakî de armanc digire.

Related Posts