Me li ser torên civakî bişopîne
Lêgerîn
Search

PÊL, ji bo zêdekirina bîrewerîyê û kêmkirina rêjeya belavbûna nexweşîya gurrîbûnê li Hisiçayê û bi taybetî li nav kampên penaberan, kampanyaya “Parastin”ê bi cih tîne

PÊL, ji bo zêdekirina bîrewerîyê û kêmkirina rêjeya belavbûna nexweşîya gurrîbûnê li Hisiçayê û bi taybetî li nav kampên penaberan, kampanyaya “Parastin”ê bi cih tîne

Rêxistina PÊL – Hisiça

PÊL, bal kişand ser çawanîya xweparastina ji nexweşîya gurrîbûnê, berjengên wê û awayên dermankirinê yên bikêrhatî, bi armanca kêmkirina belavbûna wê û xurtkirina hevtêkilî û hevtêgihîştinê di navbera penaberan, civaka xwecihî û komînan de, ji bo piştgirtina penaberan û baştirkirina mekanîzma hevtêkilîya çalak bi civakên xwecihî re. Ev yek li bajarê Hisiçayê yê Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê, bi rêya kampanyayeke civandin û algirtinê bi serenavê “Parastin”ê hate bicihanîn.

Ev kampanya ji encama zêdebûna hejmara nexweşên gurrîbûnê li nav kampên penaberan hate lidarxistin, yên li derûdora bajêr ji penaberên Serê Kanîyê û Girê Spî re hatin avakirin. Di heman dema nebûna pêdivîyên jîyaneke tendirust, qutbûna ava tevahîya bajarê Hisiçayê û xwe-spartina niştecihên wê li ser tankan. Li demekê ku hejmara kesên bi nexweşîya “gurrîbûn”ê ketine heta çirîya pêşîn sala 2023yan gihîşte 200 pêketîyan li kampa Waşokanî ya li rojavayî bajêr e ku tê de 16900 penaber bi cih dibin, ev jî li gor raporekê ku ji alîyê ajanseke xwecihî ve hate weşandin.

Di kampanyayê de du rûniştinên bîrewerane der barê giringtirîn awayên dermankirinê û şêweyên kêmkirina vedana nexweşîyê hatin birêvebirin. Mamostayên şagirtên li kampan bo van rûniştinan hatin vexwendin bi armanca ku ev agahî bigihêjin zarokan û li nav konên kampê belav bibin. Her wiha piranîya sazîyên tendirustîyê yên bajêr beşdarî van rûniştinan bûn. Ev yek jî dibe alîkar ku asta bîrewerîyê bilind bibe.

Her wiha çend serîlêdanên meydanî di çarçoveya kampanyayê de hatin meşandin; wekî serdana komîteyên tendirustîyê yên komîngeha herdu taxên Til Hecer û Kelase û alîyên pêwendîdarê tendirustîyê yên Birêveberîya Xwesr, serdana navend û sazîyên tendirustîyê yên bajêr û yên Kampa Serê Kanîyê; bi armanca dîyarkirina rola rêxistinên civaka sivîl di sînordarkirina belavbûna nexweşîyên çermî û bi taybetî li nav kampan.

Di van serîlêdanan de, li ser zêdebûna rêjeya pêketina bi nexweşîya gurrîbûnê rawestîyan, çimkî di van çar mehên dawî de 114 rewşên pêketinê li Kampa Serê Kanîyê hatin tomarkirin ku 2579 malbat tê de dijîn, li gel hin rewşên din ên li komînên Til Hecer û Kelase yên li bajêr in û bi taybetî li nav dibistanan.

Li gel karê serîlêdanan kampanyayeke bîrewerkirinê hate birêvebirin, bi armanca kêmkirina belavbûna nexweşîyê, hem jî hejmarek broşûrên der barê nexweşîyê hatin belavkirin ku tê de agahîyên der barê nexweşîyê û mekanîzmên xweparastinê yên heyî hatin nîşandin.

Ev kampanya di çarçoveya projeya Xabûr-2yê de hat lidarxistin, bi armanca ku di warê xurtkirina şîyanên welatîyan, piştgirtina aramîyê, pêkanîna tevlêbûneke baştir û avakirina aştîyê û hevgirtina civakî de beşdar bibe.

Related Posts