Me li ser torên civakî bişopîne
Lêgerîn
Search

Şerê avê berdewam e… piştî Hisiçayê Tirkîye dibe sedema qutbûna avê ji ser Qamişloyê

Şerê avê berdewam e… piştî Hisiçayê Tirkîye dibe sedema qutbûna avê ji ser Qamişloyê

Rêxistina PÊL – Qamişlo

Tirkîyeyê av ji ser bajarê Qamişloyê û gundewarên wê qut kir, piştî bû sedem ku milyon û nîv niştecihên bajarê Hisiçayê û gundewarên wê tî bimînin, ev jî dibe egera bobelateke mirovî ku sedema wê şerê avê ye.

Birêveberîya Giştî ya Avê ya Qamişloyê ragihand ku: “Gihandina avê li êstgeh û bîran rawestîya, hem jî gengaz e gihandina avê li Qamişloyê û piranîya deverên herêma Cizîrê dereng bimîne, ji ber ku piranîya navendên wizeya elektrîkî û gazî ji kar ketine di encama êrîşên balafirên bêpîlot ên Tirkîyeyê de”.

Her wiha Birêveberîya Xweser, di daxuyanîyeke xwe de, da xuyandin ku Tirkîyeyê di çar rojên vê dawîyê de 73 cih kirin armanca êrîşên xwe; di nav de 7 êstgehên dana elektrîkê, 5 êstgehên petrolê, 45 sazî û navendên xizmetguzarîyê û yên sivîl, li gel armancgirtin û wêrankirina jêrxaneyê.

Berî wê jî û ji gava ku wê sala 2019an Serê Kanîyê dagir kiriye; Tirkîyeyê ava Êstgeha Elokê ji ser niştecihên bajarê Hisiçayê û gundewarên wê û Til Temir qut kir, qutkirina avê bi awayekî berdewam gihîşte 16 caran di maweya van şeş mehên dawî de, hingê maweya qutbûna avê di navbera du heftî û çend heftîyan de dirêj dikir; li gor hin ajansên xwecihî.

Ev yek bû sedema bobelateke mirovî, çimkî her ku arîşe bêhtir girêkdar dibû, di heman demê de zehmetkêşîya xelkê jî dijwartir dibû, êdî ew neçar diman avê ji tankeran bikirin û bi buhayekî ku ne li gor dahata wan a diravî û jîyanî ye, îcar di havînan de rewş kembaxtir dibe, ji ber ku pileya germahîyê bilind dibe û pêdivîya xelkê ji avê re zêdetir dibe.

Bi heman awayî, Tirkîyeyê rêjeya ava Çemê Feratê ya derbasî Sûrîye û Îraqê dibe bi mebest kêm kir, di encamê de Çemê Xabûrê û şaxên wê çikîyan, ev yek jî bi awayekî neyênî bandor li rewşa çandinîyê û ya xizmetguzarîyê kir, çimkî piranîya deverên Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê debara jîyana xwe bi çandinîyê dikin, li gel ku kêmbûna rêjeya ava Çemê Feratê hişte ku elektrîk ji ser milyonên niştecihên van herêman qut bibe.

Îcar ji ber ku Tirkîye bi berdewamî êrîş dike, êdî ji bo niştecihên Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê û Sûrîyeyê bi giştî; şerê avê ne rûdaneke nû ye, lê gengazîya rûdana bobelatan zêdetir dike û dibe alîkar ku nexweşîyên mîna kolerayê û hin nexweşîyên din belav bibin, ev yek jî berevajî daxuyanîya giştî ya hejmar 15em, ya ku Komîteya Neteweyên Yekbûyî ya Têkildarî Mafên Abûrî û Çandî pêş kêş kir, ya ku der barê rêzgirtina mafê para di avê de û parastina vî mafî ye.

Hêjayî gotinê ye ku Birêveberîya Giştî ya Avê ya Qamişloyê bang li niştecihên bajarê Qamişloyê û herêma Cizîrê bi giştî kir ku avê zêde xerc nekin, li heman dema ku êrîşên Tirkîyeyê hîn berdewam in.

Related Posts